Gotar

Di roja (26/11/2006) an de Dr. Celîlê Celîl derbasî 70 saliya xwe dibe

Konê Reş

   Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e…Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, danheva folklor û weşandina kovar û rojnameyan de di nav gelê kurd de hatine xuya kirin…

   Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêşengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin şert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka ferhenga kurdî de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 70 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye..û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..

Mebesta min ji van gotinan; Eve ku di 26/11/2006 an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe Evê ku bi dehan pirtûk li dor kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine …
   Ji mafê wiye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz bikin, û  em pêre beşdariya vêxistina 70 mûmî bibin û pêre jî, wan mûman bi temirînin..Di gel ku em jiyaneke xweş, geş û dirêj di bextiyariyê de jêre bixwazin.


Qamişlo  14/11/2006

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…