xewna min li welêt

Siyamend Brahim
 
Welatê min bi çi rengî tu dijî, tu dizanî bê çiqsî derd û kulên te, nema di tu tûrikan de têhilanîn, li seranserî seqayên te tijî êş‏ û xemgaîniya salên windayî li pey hev dicivin, û di arama rojan de vala dikir.

ka ji min re bêje hey xwedan derûnê bi bihna qurnful di bistanên rojên xemgîn belavkirî, xwe nexe di den rojan de, hey evîndarê di rêçên kalînkirî de, ji nalîna wan sêwiyan, ezê hiş‏ê heyvê qul bikim, û ezê li wir di rûpelên Qamiş‏loka xwe de li dem û dewranan bigerim, dem, ew heyva ha pipînkekê ji temênê xwe bêye ku bi rojên xwe yên mor birame,
Welatê min heyveke ‏şevbuhêrkên xwe digel rojên giran de dibuhurîne, çilo tu yê deryayên dûr herî, ew ş‏îpên bi mezinbûna xwe bilind dibe, û vî bajarê ha ku bêtir arama rojên xwe qebûl bikî. her mirovekî kurtikê dijwariyê li xwe dike, xweş‏ tê bîra we roja tankên reş‏ dermanê mirinê li seranserî welatê min belav kir, Lê em jibîrnakin bê çawa heyv ramûsanên xwe yên seqayî da welatê min, lê li wan bênderên genimên zer temaş‏ebike, lodên genimên bi êş‏ li ber zeriyên xewnedar tên belavkirin. Welatê min bi kembereke ji reş‏bûneke di cegera me de hatiye çikandin, em bûne pariyekî cûtî di nav qîlên dînasorekî be sinçî, tu hêz nikare ew rawestîne , tu kes nikare vî dêwê sêserî gemş bike.
Welatê min ‏ev û roj ez di iske iska siyên te de dimeş‏im, kî dikare vê deqa ‏şîn ji xewna min zikmakî rake, kî dikare zendên rojên dijwar li xwe ke ?
welatê min tu yî xewna minî sermediye.
welatê min ezê timî mendaleke windayî li ber dergehên lingên te,
ta ku ez saxbim ezê ew pasdarê can û cendekê te yê ‏şîrîn bim.

siyamend02@yahoo.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…