Bo raya giştî

Di vé roja navneteweyî, roja zimané zikmakî de, ku li sarenseré cîhané li tevî UNESCO’yé her kom, her dewlet, her netew wé wekî roja cejna zimané xwe péşwazî dike û bi çalakiyén cihéreng yad û pîroz dike de; gelé kurd, gelé mîratxuré 33 şaristiyén li ser axa Mezopotamyayé şop û dewsén xwe hiştî; di nava sînoré Tirkiyeyé de, li Îran û li Sûriyeyé hé jî ji vî mafé xwe yé ku nebe nabe, mafé rewa û sirûştî; ji perwerdeya bi zimané zikmakî bésûd û bépahr e.
Ev bépahrî diyar e, ku encama serencama polîtika û siyaseta bişavtker a ku 80 sal in  bi desté dewleté bi hişmendiya ‘ yek ziman, yek netew, yel al’ té méşandin e.

Di gel feraset û siyaseta mandelker, û li gel siyaseta qirker û tuneker a dewleté; gelé kurd di dem û serdemén herî teng û tarî de, ziman û çand û wéjeya xwe ya devkî û nivîskî parast, péş xist û gihande îro.

Di vé roja eyan, di vé roja ku her roj ji 6000 zimanén heyî zimanek wenda dibe de, Komeleya Nivîskarén Kurd bangî réveber û rayedarén dewletan dike, ko di zûtirîn demé de, wekî dewletén hemdemî  tevbigerin; ji dibistana seretayî heta bigihe zanîngehé mafé perwerdeya bi zimané kurdî bixin bin nîré zagonî û vî mafé bingehîn é şerté bi hev re jiyîné, di makazagoné de cîbicî bikin.

Li héla din, Komeleya Nivîskarén Kurd bang li serwerén siyasî û civakî, û  kesayetén navdar én kurd, û sazî û dezgehén  siyasî-civakî dike, ku zimané kurdî di her qadé de bikar bînin, lé xwedî derkevin, dara jiyîné bi qelemé zimané  kurdî bitahmînin…

Em dibéjin jiyan bi kurdî xweş e!

Em dibéjin ken bi kurdî xweş e!

Em dibéjin her mirov bi zimané xwe  rûgeş e!

20702/2010

Komeleya Nivîskarén Kurd, 

Navnîşan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakır

WEB:          www.kurtyazarlardernegi.org.tr
Tlf-Fax:      0090 0412 224 33 12
GSM:          0090 533 655 69 85
E-Mail:       komeleyaniviskaran@yahoo.com
niviskarenkurd@windowslive.com, arjenari99@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…