Kongreya Instîtuya Kurdî ya Stockholmê pêk hat

Instîtûya Kurdî ya Stockholmê kongreya xwe ya nû îro, anku 20 sibatê li salona xwe lidarxist. Piştî vekirin û xwendina programa kongrê, ji rêvebiriya instîtuyê nivîskar Mistefa Cizîrî bi dirêjî li ser kar û xebata salekî zaniyarî da. Paşê lêkolînêr Şoreş Reşî rapora aboriyê ya instîtuyê pêşkêş kir.
Piştî rûsipîkirina raporan, komîta karger ya nû hate hilbijartin. Komîta Karger ji van kesan pêk tê:

Dr. Huseyin Xeliqî, Şoreş Reşî, Serkan Brûsk, Nihla Mihemed, Kamran Simo, Ihsan Battê, M. Nazif mayî.
Kongrê, komîteya çavdêr ya nû jî hilbijart. Endamên komîteya çavdêr ev in:

Mistefa Cizîrî, Hesenê Alê, Yusif Sultanî, Bayram Kaya.

Di beşa axaftin û mesaja mêvanan de, Cigirê Serokê Kurdocide Watch-CHAK yê navendî û edîtorê EuroKurd Newsê Gabar Çiyan, li ser giringiya mafê mirovan dîtina xwe anî zimên û ji komîteya nû re serkevtin xwest.

EuroKurd News – eurokurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…