Hejmara nû ya Kovara Zendê Derket Bi Nivîsên Balkêş Xemilandiye

  Weşana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Rêzepirtûk Zend gihîşt hejmara xwe ya 12 yan. Di vê hejmara Zivistan 2010 an de gelek nivîsên balkêş hatine weşandin.

Nivîskar Mustafa Borak li ser “Zargotin û rewşa pirtûkên gotinên pêşiyan” nivîsandiye û di nivîsa xwe de nirxandin û hin pêşniyarên ji bo xebata li ser pirtûkên gotinên pêşiyan kiriye.
Zimanzan Zana Farqînî di nivîsa xwe de “Zimanê muzîka kurdî ya nûjen” nirxandiye. Farqînî rexneyên giran li zimanê stranên bêjên nû dike û wisa dibêje, “Stranbêjên nû bi piranî ji aliyê zimanê kurdî ve nivîşkan in, telafûza wan derbexwerî ye. Ji bo ku zimanê xwe bi pêş ve bibin, di vî warî de xwe bihêvojin, gencîneya xwe ya peyvan xurt bikin, xwe ji bin bandora devokên herêmî derxin û bibin xwedî zimanê standard ê kurdî nakevin nav hewldnanên berbiçav.” Farqînî di warê şaşiyên ku têne kirin de hin mînak jî nîşan dane.
Êzîdîtî yek ji olên kevn ên kurdan e. Li gelek parçeyên kurdan êzîdî hene. Nivîskar Konê Reş jî li ser parçeyê êzîdiyên rojava sekiniye. Konê Reş di nivîsa xwe ya bi navê “Êzdiyên Cizîrê; Tirbespiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê” de gotiye, “Ola kurdên me yên êzdî, ji kevintirîn olên dinyayê ye. Oleke kurdî ya orjînal e. Dia û nimêjkirina vê olê bi zimanê kurdî ye, Ev ol bi koka xwe li olên Hindo-Îranî yên Mezopotamyayê vedigere. Ev oleke xweristî û serbixwe ye. Taybetiyeke vê olê ya kevneşopî jî ev e ku yên êzdî îbadetên xwe bi zimanê kurdî dikin.” Û piştre li ser êzdiyên herêma Tirbesipiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê sekiniye, navê eşîrên wê derê daye.
Zimanzan Haydar Diljen nivîsa, “Zarokên nûzayî bi zimane dê û bavê xwe gixînî dikin” weşandiye û li ser lêkolînên ku li Almanya û Fransayê li ser gixînî, qîjîn û giriyê zarokan hatiye kirin sekiniye. Lêkolîn dibêje ku qîjîna zarokan a herî pêşî, ji aliyê wî zimanê ku dema zarok hîn di zikê diya xwe de bûye bihîstiye forma xwe digire.
Prof. Dr. Marif Xeznedar jî li ser “Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî” ku nivîsa wî ji tîpên erebî adaptayî latînî hatine kirin.
Her wiha hevpeyvîna Samî Berbang a ku bi zimanzan Laura Shepherd re kiriye balê dikişîne. Laura Shepherd ku zimanzanekî amerîkî ye, piştî ku koçberên kurd ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nas kirine hezkirina wê ya ji bo kurdî çêbûye û dest bi hînbûna kurdî kiriye. Di encamê de bi qasî ku gramerê binivîse hînê kurmancî û soranî bûye. Dûre pirtûkek wê bi navê “Soranî Kurdis Reader” derxistine niha jî pirtûka wî ya bi navê “Advanced Kurmancî Reader”. Di hevpeyvînê de ew li ser zehmetiya kurdî û hin pêşniyarên di vî warî de disekine.
Her wiha Mamoste Marûf, Dilawer Zeraq, Aiwei Shi,Dr. Abdulwehab Xalid, Laura Shepherd, Mihemed Ronahî, Kerem Soylu, Amin Hesenpur, Dr. Baîz Omer, Samî Tan, O. Jîgalîna, Doç. Dr. Galip Alçitepe, Reşîd Findî, Olga Jîgalîna bi nivîsên xwe keda xwe xistine nav kovarê.


Jeder:
Diyarname

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…