Çend xortên nenas xelkên Dêrika Hemko xapandin ….

Welatê me

Li roja Înê 3-11-2006 ê,çend xortên nenas û devliken wek ji zar û zimanê wan yê Erebî di hate zanîn ku ji parêzgeha Helebê ne. sibehekî piştî cejna Remezan û baranê hatin bajarê Dêrikê û di kiryarek hîlebazî de xelkên bajêr xapandin
bi hatina xwe re çûn li cem şêx Mesomê Şêx Mihemed Nezîrê Dêrşewî û jêre gotin em ji aliyê Miftiyê Sûriyê Bedredîn Heson ve hatine şandin, û kaxezin bi wê yekê jî bi xwe re anîbûn, berdewam kirin û gotin ku em hatine ji bo ku em  hin kel û pelên xwarinê wek yarmetîk mirovatî li ser hevwelatiyên belengaz û perîşan yên bajarê Dêrikê belevbikin .
Şêx Mesom jî çîrok bi rastî girt û rabû sê kes ji bo arîkarî û serperiştiya vî karî bikin destnîşankir, ku bi karibin bi rengekê rast û durist, wan kel û pelan li ser hevwelatiyan rêk û pêk dabeşbikin .
Ew kesên ku hatin destnîşankirin ev bûn :
-Endezyar Husên Hecî Hebeş – Rêveberê Ewqafa Dêrikê .
-Ekrem Fexredîn Remezan –karmende di Nifosa Dêrikê de .
-Hecî Ebdulqadir –Rihsipiyekê Dêrikê ye .
Pişt re di mizgevtên bajêr de bangdan û xwestin ku kesên belengaz û perîşan defterên malbatên xwe bînin û werin mizgevtê, ji bo wergirtina yarmetiyan .
Lê berî ku dest bi karê xwe bikin, ew kesên ku ji derve hatîn ji komîta arîkar û serperiştkar xwestin ku ew (75) heftî û pênc hezarên Sûrî li cem bazirgan û maldarên deverê pêkbînin ta ku bidin kirya kemyon û tirên ku kel û pel hilgirtîn û ew wê ji dila wan pera duhin, birinc û şekirî bidin wan yan jê wê birinc û şekirî bifiroşin û buhayê wê bidin wan maldaran .
Komîta arîkar û li ser şîret û daxwaza Şêx Mesom berê xwe dane parêzer Ridwan Hedîdî û (25) bîst û pênc hezar ji cem wî deyîn kirin û dûv re berê xwe dane bazirganê navdar li Dêrikê Ebdula Sebrî, lê wî ji wan re got eger ez kel û pelên we nebînim ez pera nadim, û karîn (25) bîst û pênc hezarên dî jî bi wî rengî bi arîkarî û piştgiriya xêrxwazan peydabikin û herweha cîhazekê telefona mobayîl yê Hemer jî ji hevwelatî Mustefa xwestin ji bo xeta xwe lê siwarbikin, bi hênceta ku betariya cîhazê wan valebûye û pêtviye ku bi berpirsê xwe re bi axivin, ka gihan kûderê û wê kengî bigihin ….??
Çi ji me dixwazin …….?
Li pêşiya komîta serperişt û arîkar û hin ji xelkên Dêrikê jî amadebûn bi berpirsê xwe re axivî û di axavtina xwe de da xuyakirin ku bi serbazekê mazin re di axivê .
Hêjayî gotinê ye ku ewan kesan bi serfirazî û bêtirs derbasî bingehê polîsê hatin çûnê bûn û ew agehdarkirin bi hatina kemyon û tiran, û dawiyê xwestin derbasî Mekteba Rêveberê Devera Dêrikê (qaymoqam) jî bibin lê berî ku derbas bibin xwe veşartin û kesî nezanî ew bi kûdê ve çûn .
(50) pêncî hezarên Sûrî û cîhazekê mobayîl yê Hemeh bi xwe re birin, polîsên bajêr dergehên serekî girtin lê kesekî nezanî ew bi kûdê ve revîn.
dilê belengaz û perîşanên Dêrikê wê sibehê xweşkirin, xewnên hişyar di nav pêlên jiyana hişk û dijwar de razandin, hewara wan bêdeng di keviya bajêr de fetisandin, destên wan li serhev di rêza kerwanî de bendewar man, qurombûn ji rawestandinê, çavên wan kûr li soratiya tîrêjên rojê di rojeka zivistanî de mane req berî ku roja kelemkirî herê ava.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…