Ji buroya Kurdî Konferansek giring: Koçbûnên Kurda li Ewropayê

  Seroka Buroya Kurdî li Brukselê Perwîn Cemîl

Serokatiya Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li Brukselê û ”Centre de Culture Européenne” rêxistineke ku ji aliyê UNESCO hatiye nas kirin, li ser mijara koçbûnên Kurda li Ewropayê konferansekî giring pêk dihênin. Konferans roja înê, 12. 02. 2010 an, katjimêr 14.30 de, li navnîşana Kommisyona Ewropî InfEurope, Schuman, 1 rue Archimède, 1000 Bruxelles ê pêk tê.
Seroka Buroya Kurdî li Brukselê Perwîn Cemîl ku li ser pirsê pispor e, bi program û zaniyariyên taybetî derdikeve pêşberî beşdaran.

Dîroka koçberiya Kurda û koçberiya Kurda ya Ewropayê rûpelek giring ji dîroka me ye. Me xwe gihand Perwîn Xanimê û wê li ser naveroka programa xwe zaniyarî da me:

”Ez ê koçbûna Kurdan li Ewropa bi awakî kronolojîk bixim van qonaxan:

– Destpêka sedsala 20mîn: Ezê weka nimûne li ser karê çend ronakbîrên
Kurd ku li Ewropa jiyan bipeyivim: Şerîf Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Kamuran
Bedir Xan, Leyla Bedirxan …

1960: Kurdên Tirkiyê, weka karker, tevî Tirkan, di çarçeva siyaseta
Ewropa ku bangî karkeran ji Tirkiye, Maroc, … kir.
1975: Kurdên Iraqê, piştî hilweşana şerê çekdarî yê Mustafa Berzanî.
1979: Kurdên Îranê: avabûna Komara Islamî li Îranê.
1980: Kurdên Tirkiyê: piştî darba leşkerî ya 12.09.1980.
1980-1988: Kurdên Îran û Iraqê: şerê Saddam Huseyn li dijî Îranê.
1983: Kurdên Iraqê: qirkirina Berzaniyan.
1987-1989: Kurdên Iraqê: nijadkujiya kurdî “Enfal” û Halabca.
1991: Kurdên Iraqê: serhildana kurdî piştî şerê Saddam li dijî Kuweytê.
2004: Kurdên Sûriyê : serhildana 12.03.2004.

Piştre ezê hinek li ser rewşa Kurdan a nuha li Ewropa bipeyivim: ji aliyê
aborî, civakî, çandî, siyasî …”

EuroKurd News – eurokurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...