JI BO GELÊ AMEDÊ

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Gava min kovara « Gulistan » hejmara 38 an , sal .2008 ya PDPKS dixwend , ez di wir de rastî hevpeyvînekê bi Sînem Bedirxan xanim , keça Mîr Celadet Brdirxan re hatim . Min di wir de hin tiştên giring xwendin , lê xala herî balkêştir li nik min ev bû;

« …Sînem Bedirxan dibêje ; Wextê ez çûm Cizîrê , baştir e bêjim ez vegeriyam welatê xwe , tiştê ku min li wêrê dît , ziman winda dibe . Cizîrê dîsan baş e , ya  Diyarbekirê tevî Tirkî diaxivin , mixabin . Ez çûm restorantekî ( Xwaringeh ) rûniştim û min li derdora xwe nêhrî ku herkes bi Tirkî qise dike . Ez çûm li cem xwediyê restorantê  û min jê re got ; ez  bi navê Netweyên Yekbûyî lêkolîn li ser ziman çêdikim , ji kerema xwe ji min re kaxez û qelem bide.
Ez çûm ber  masa yekê , min got ; selmûnaleykûm

Ez lêkolînê  ser ziman çêdikim , gelo hûn Kurd in , gotin ; erê . Min got , hûn çima Tirkî diaxivin , gotin  : tu zanî , eva zimanê bazarganiyê ye , min got; tu û hevalê xwe ser bazarganiyê qise dikin , gotin ; na ! gelo çima tirkî diaxivin  , Masayê dudo jî Kurd in Kurdî  nizanin  , yê sisê dîsa Kurd in  lê Tirkî diaxivin  . Ya rastî depresyon ez girtim . Min hişt û ez vegeriyam… »

Bi rastî eva ne cara yekem e , ez dibîsim , di gotaran de dixûnim û min bi xwe jî li
Almaniya li bajarê Tutlîngênê , Kurdên Turkaxêv dîtine. Bi destura Sînem Xanimê û xwendevanên vê gotarê , ez jî dixwazim mînakekê pelandî û berbiçav li vir hûnim zimên . «…. Ez li Tutlîngênê dijiyam , ez çûm cem gerînderê dibistana gel ya bilind( Volks Hochschule ) , min ji wî lava kir  ku ez li wir bibim mamostê zimanê Kurdî , ewî gote min;  Kurd li bajarê me tune ne , lê tu dikanî li cem me bibî mamostê zimanê Erebî , min dîsan ji wî re got ; na ! Ev kesên ku li vir bi Turkî deng dikin , piraniyên wan Kurd in . Ewanan li Turkiyê ji çavtengiya dweltê bi Kurdî  ne xwendine  û tirsa Toraniyên şovînîst hîn di dilên wan de maye .  Gerînderê dibistanê ,  pêşniyara min pejirand  û rêklama fêrkirina zimanê Kurdî bi deriyên sedan dîkanan ve daliqandin.
Li dawiyê  keçeke tenê 15 salî ji Meraşê navê xwe li dibistanê nivîsand, ez li hember  gerînderê dibistanê şermezar bûm û mîna Sînem xanimê pir bêhnteng bûm .
Ez nizanim , çima vê carê  peyv û helwesta Sînemê Bedirxan û bersivên mîvanên xweringehê pirtir bandurên xwe li derûna min kirin û ez jî  bi Sînemê re careke din şêt û mêt bûm, hestên min mîna pêlên sermest , ez sergêjî kirim.
Tiştên ku ez dixwazim ji birayên xwe ,  nemaze  ji Amediyan re bêjim pir bi lez û kurtî ev in ; Gava em dixwazin ku her Kurdek bi zimanê dayika xwe bipeyve , eva  netê vê wateyê  ku em riçperest in  yan em dijmantiya zimanên miletên serdest dikin. Ne xêr ! Em rêzê li her zimanekî , her miletekî dikin, lê ta ku gelên din jî rêzê li me û zimanê me bikin , divê em bi xwe rêzê li zimanê xwe bigrin û ji ber zimanê xwe ve şerm ne kin , zimanê me jî dêrînî û resen e. Di vir de dixwazim mînakeke zindî bidim ber çavên Kurdên  Turkaxêv yan Kurdên  Faris û Erebaxêv ; Em hemû dizanin ku Qereçî ( Qurbet ) ji ber sedem û  mercên  mêjûyî li seranserî cîhana me belav bûne , li çolan û baniyan dijîn û turikên parsê bi piyên wan ve ne , lê dîsan ewnan ji ber zimanê xwe ve şerm nakin  û herdem bi hev re bi zimanê xwe dipeyvin û ji ber ku ewanan rêzê li zimanê xwe digrin  , rêxistina navnetewî jî rêzê li gelê qereçî dike û berevaniya rûmeta wan  bi awakî fermî dike, ji ber ku zimanê wan jî weke her zimanekî din beşek e ji şaristaniya mirovperweriyê .
Em dîsan tekuz dixwazin bêjin , ne şaş e ku Kurd bi zimanên gelên serdest zanibin  bixûnin û binivîsînin ji ber ku neyartiya zimanan  , yanê neyartiya şaristanî û mirovperweriyê  ne , lê ya şaş ew e ; ku her kesek , her miletek zimanê xwe nizani be  û berxwedanê ji bo pêşketina zimanê xwe neke .
Li aliyê din , kê gotiye ; ku zimanê Turkî yan zimanên Erebî û Farisî tenê kanin bibin zimanên bazarganiyê !! Na ! Na !  Va ye , em Kurdên Sûriyê jî mîna hemû Kurdên beşên din bi zimanê xwe  li dibistanan naxwînin , û bi sed hezaran Kurdên me li Helebê , Şamê û hin bajarên din dijîn, lê dîsan  ewanan ji bilî hin awertan bi hev re   bi zimanê xwe dipeyvin , Em li bajarên xwe  Efrînê , Qamoşliyê û Kobaniyê  bazarganiyê jî bi Kurdî dikin .Zimanê me , tev hemû zaravên xwe pir dewlemend e , em ne tenê kanin bi zimanê xwe bazarganiyê bikin , lê em kanin bi zimanê xwe , hîn hemû şaxên zanyarên zanistiyê û bi ser de  jî  pirtûka pîroz« Quranê »  binivîsînin.

Li gor nirîna min geva ku hin Kurdên me  dixwazin  bi zimanê Turkî , Farisî , yan Erebî  bi hev re bipevin , eva rudawa neyênî ji ber hin sedemên  giring hatine ;1- ewanan xwe mîna netew kêm dibînin , ango xwe kêmitirî netewên serdest dibînin , eva jî bi ya min be nexweşiyeke derûnî ye . 2-Tirsa destlatên  zordar û kesên  nijadperst di dilên wan kesan de hîn heye.

Vêca ez jî dengê xwe tev dengê Sînem Xanimê dikim , û ez pir hêvîdar im ku  Amediyên me  rêzê li dîroka Amedê , şorşên Kurdî , pakrewanên mîna Şêx Seîd Pîranî

bikin û zimanê Ehmedê Xanî , Feqiyê Teyran , Meleyê Cizîrî  , Ceger Xwîn  û Osman Sebrî berbat ne kin.

Li dawiyê eva netê vê wateyê ku ez cevakêşên ziman û çanda Kurdî yên Amediyan û   

yên bajarên din jibîr dikim , yanê ez rolên wan di pêşvebirina zimanê Kurdî , wêje û hemû aliyên şaristanê de winda dikim  , ew mîhrecanên zimên û wêja Kurdî carcar li Amedê dardikevin  li cem me  pir cihên serbilindiyê ne.

Ma ez bêjim ; wek min bihîst ku di 14 Şibata 2010 an de ,  Konfiransa çîroka Kurdî li Amedê  wê  lidarkeve , ez hemû nivîskarên Kurd û nemaze yên Amedê  pêşda  spas û pîroz dikim . Di rastiyê de , nivîskarekî me pir hêca ji Amudê  ez vexwendî vê Konfiransê kirim , lê pir mixabin , rewşa min ya taybetî rêdanê nade min , ku ez jî li ber dengvedanên çîroka Kurdî  bi Amediyan re bidegrîm û bikenim .  

Efrîn. 5. 2 . 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…