Bêyî darxistina kongira niştimanî nabe!!

  Nerîna Dîmoqratî

Di dawiya sala bûrî di 20/11/2009 encûmena giştî a Hevbendiya Dîmoqratî kurd li Sûrya civîneke berfireh li darxist, bi amadebûna kesayetiyên niştimanperwer û serbixwe, û di vê civînê de pirojeya xwe ji bona avakirina lêvegerek kurdî li Sûrya ragihand.

Ev pirojeya ku gelek guftûgo li ser çêbûn di hersê salên dawî de, û em dibînin ku giringtirîn babet têde ew bû ku lidarxistina kongirek niştimanî kurdî bi tevlêbûna kesên serbixwe û nûnerên partiyên kurdî tevda, û di riya vê civînê re bingehên li darxistina vê kongirê hate ravekirin û çawabûna bi pêkanîna wî.
Piştî belavbûna vê pirojeyê dengvedanek erênî li çem raya giştî a kurdî da, ev raya ku piştgiriya xwe da ji bona ramana lêvegereke kurdî ê ku wê kongira niştimanî jê çê bibe, ji ber derfeteke baş dide ji bona danîna siyaseteke yekgirtî ji tevgera kurdî re bi tevlêbûna hemû nûnerên civakî li kêleka partiyên tevgera kurdî. Ev nûnerîtiya berfireh wê dabînkirinek baş be ji bona lihevkirinê li ser siyasetek babetî ku dûrî ramanên teng be.
Lê sebaret bi ragihandina neh partiyên kurdî (bi navê heyşta hatiye imze kirin) avakirina encûmena siyasî di roja dawî de di sala 2009an de, ew dimîne ragihandineke siyasî hinek partî di nava xwe de kom dike, û nabe li şûna kongira niştimanî a ku wê li dar bikeve, tiştê ku dihêle bêtir bizav bêne kirin ji bona li darxistina kongira niştimanî bi tevlêbûna aliyên partî ên siyasî û kesayetiyên serbixwe weke nûner ji çalakiyên civakî re da lêvegereke kurdî jê derbikeve, bi hebûna beyaveke hevbeş kar têde bibe bi (encûmena siyasî) re a ku hatiye ragihandin, da kar bi hev re bikin ji bona gihiştina kongira niştimanî bi tevlêbûna kesayetiyên serbixwe, weke ku di ragihandina encûmena siyasî de hatiye.
Bi her hal, tê xwestin berdewamiya karekî têkoşane ye ji bona bi serxistina gavên lazim ji bona hebûna lêvegerek kurdî, bingeha wê li ser xwesteyek dilsozî ji bona xizmeta doza miletê me a dadwer bi pêkanîna mafê wî ê çarenûsî di nava çarçewa niştimanî de, bawerpêkeriya me li ser alîkariya berfirehe a raya giştî kurdî û li ser hişyariya miletê me ên ku îro roj zanebûneke baş û vîneke dilsoz wergirtine ji bona avakirina lêvegerek siyasî peyva banga kurdî bi yek dike, û ji perçebûnê xelas dibe, û bikaribe siyasetek babetî(mewdûî) deyne, ku serke armanc jêre berjewendiyên miletê me be, dûrî siyasetên ku dixwazin miletê me dûr bixe û wê bi tenê bihêle, siyasetek bikaribe bi erkên xweyî neteweyî û niştimanî rabeji bona pêkanîna armancên miletê me û pêşketina welatê me.

Rojnameke mehane ye Partiya Dîmoqratî pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (16)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...