Hijmara (22) an ya Hawara Nû derket

Hewlêr-10/11/2006

Hijmara nû ya (22) an ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana-Iraqê derdixe, kete ber destê xwendevanan de.
Gelek gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî  ciyê xwe di hijmara nû de digirin.Ji bilî sergotara ko bi navê”Ew e Rikeberiya Mezin e …!” hijmara nû van babetan hembêz dike: gotara birêz Selah Bedredîn “Bila 5-ê Oktoberê bibe roja yekgirtina Niştimanî”, dosiyeya hijmarê bi navê”Sûriyê berev ku? Mafên mirovan li welatên erebî-Sûriyê weke nimûne” ji aliyê Selam Ibrahîm Etûf Kube ve .Ibrahîm Mehmûd gotarekê derbarê”Kurdbûyîn” ê dinivîse li gel hindek nivîs û gotarên din.

Di beşê kurdî yê Hawara Nû de, Ebdilxaliq Sersam li dora ” şoreşa vejîna kurd divê li ser destê gencên kurd yên paş qonaxa raperînê pêkwere” dinivîse tevî deqê temamkirî yê projeya destûrê herêma kurdistana-Iraqê.Herweha, kovarê destpêkir bi weşandina lêkolîneke zimanî li ser zimanê kurdî ji aliyê nivîserê kurd Hesen Huseyn Denîz ve bi navê”Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku lê xwedî derkevin-beşa yekem” li gel gotara Fûwad Sîpan a li ser xwediyê xelata Nobelê wêjevanê Elamnî  Gontir Grass

û çend wergerên li dora ” Federalizmê”û”Konsepta Dewletê”.Mîrhac Mistefa gotarekê li ser “Şahê tembûrê Mihemmed Arifê Cizîrî” diweşîne,tev li quncikên herdemî ji aliyê nûser Besam Mistefa ve derbarê”Pirtûkxana Kawa”û”Kurd di navbera terora dewleta neteweyî û Islama siyasî de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…