Cegerxwîn

Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Seyda serî danî ji nav kurda
Axîna millet hewar û qîrîn
Welat bi carek xwe reş girêda
Zarok û mezin pîr û ciwan digirîn
Ji me sitandiye goristanê
Helbestvanê mey hêja Cigerxwîn
Şînê daniye li kurdistanê

Hêsir weke baranê dibarin
Ava çem û kaniya rawestiyan
Bilbil dil bi kul bû, hew dixwîne
 gul çilmisîn, dara xwe weşandin
deşt û çiya û zozan dinalin
Jîna xwe bihurt, tev ger û tevger
Şeş dehê sala xwîn kiribû ciger
Bi şîret û helbesta deng dida
Seyda li her şar û gundî li her der
Ji min bawer bikin sitem xwîn e
Gotina seyda kê bawer nekir
Çav vekir seyda xame kir tiving
Ji rê neçû bi zindan û lêdan
Bi şoreşgerî deng da cîhanê
Serokê helbestvanl kurdistanê
Li her cî li nav her welata
Ji vir bigre ta Sovyetistan
Bi xamê pêxist çira azadî
Seyda bi helbesta şoreşgerî
Pêşmergê pêşî li kurdistanê
Rêka şoreşê kiribû ronahî
Bel kir li çar kenarê jînê
torê kurdî rakir da xuyayî
Wek hîm û çiya bû can paqijî
Kanî û derya bû ji helbesta
Tanî bar kir gora teng û tarî
Doza miletê xwe qet berneda
Pêşmergê wekhevî û aştiyê
Lênînê kurda ye bi xwe seyda
Torê kurdî seyda zû ava kir
Dabû ber rêça pêşketinê
Li kurdistanê dîwan bela kir
Ji bo zanîn û bo xwendinê
Welat bi derd û êşe birano
Ciwan û hêja ye guh bidinê
Helbestvanê xêzanê cîhanê
Mêvanê Cezîrî û Herîrî
Vexwariye şerbeta biyanê
Naçe ji nav kurda wê bimînî
Ji niha ta roja nemanê
Di dilê me kurda de evînî
Te ji bîr nake dîroka kurda
Seyda sed hezar carî aferîn
Tu yî heyv û tu yî roja kurda
Rakiriye hezar hezar cigerxwîn
Çûna te pir bi êş û dijwar e
Axivîne di pê te re birîn
Bêj gnhê me çi bû heştê û çar
Ji me bir du rêber û du rêzan
Kanî ew cigerxwînê helbestvan
Kanî kanî Yelmazê torevan
Canê we bi rehmeta xwe şa ke
Hêvî û daxwaza me ji Yezdan
Tu ne ji destê kurda tenê çû
Ji destê miletê bindest teva
Perwerê ji rengê te pir kêm in
Pêşengê hozanê seda bîsta
Şoreşa azadiyê bi xamê pêxist
Zimanê kurde roniya cava
Cigerxwîn saxe tu car namirî
Li jînê heta nave kurd hebî
Peyman ji kurên te bavê nemir
Ala kurd wê bilind be nakevî

5/11/1984

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.