Bîranîna sal vegera yekemîn ya koçkirina xebat kar mamosta Mihemed Nezîr Mustefa

Selah Beyro

Roja 22/12/2009 salek li ser bîranîna koçkirina rewşenbîr û siyastmedarê kurd perwer mamosta Mihemed Nezîr Mustefa sekreterê giştî yê partiya dîmuqratiya kurd li sûriya (partî)re derbas di be.

Bêgoman îro di va kawdanên hestiyar de emê vê bîranîna bi xem vejînin ,li wê dema ku miltê me dibin bendora rewşeke awrte de dijî ji encamên zagoniyên regezperist û beryarên cewtî dûr ji hemî pirinsîpên mafên mirovan,ku îro bi dihan endamên vê partiyê û partiyên bizava kurdî li sûriya têne bin çav kirine,û di zîndanan de bi eşkence dan rewşa xwe derbas dikin.
Em bawerin ku hemî gelên welat parêz li Sûriya wê semînaran bi vê bîranîê li darxin.

Hêjaye gotinê ku roja oxirkirina mamosta Mihemed Nezîr sala 2008an,netewa kurd li sûriya ser û binê xwe mendehoş ma ji encamê vê peyama bi kovan .

Belê ew Mihemed Nezîr yê ku sala 1939ê,Çavê xwe vekirî li dunyayê, dibe sembola gelê kurd bê hevrik,û ev sembolî ne ji valehîkikê yan ji bal xwe ve hatibû,belê ew jî berhemê vexwarina wî ji kaniya şoreşgerî û perwerdekirina wî dibin ala dibistana kurdayetiyê de bû,dibistana Berzanî û partî de bû,her dîsan ew ji malbata Elîyî yê Ûnis bû rêve berê şoreşa sasûnê li kurdistana turkiya ye,evî qutabî hewil da ku berdewam be li ser vê rêbaza pîroz jibo çareserîya pirsgirêka kurdî û Çarenûsa gelê kurd yên li ser xaka bav û kalên xwe dijîn.

Belê mamosta Mihemed Nezîr dihate nasîn bi rahatina mafên mirovan ,û yekîtiya mala kurdî,û yek ji mêrxasên nebez bû ji netewa kurdên sûriya bi bergirîyeke bihiz ,û baweriyeke mezin bi azadîya gelê kurd li sûriya hebû.

pêdivîye em hinek ronî berdine ser kurte jiyan û xebata mamosta Mihemed Nezîr Mustefa:

  -Mamosta Mihemed Nezîr Mustefa li binemaleke kurdperwer sala 1939 li bajarê dêrika Hemko hate ser dunyayê .

-Li Subata sala 1958ê, şerefa endametîy li nav rêzên Pdks(p)wergirti bû .

-Li kongirê partî yekemîn de dibe endamê komîta navendî,û polîtpîroya siyasî,piştî kongirê niştîmanî yekgirtinî ku li Kurdistan Îraqê sala1970 ê bi serperştiya serok Berzanî hatibû li daerxistin.

-Li tebaxa sala 1973 ê ta sala/1981/ê, ji bal deshilata sûriyê ve /8/salan digel hinek hevalên xwe yên komîta navendî hate zindakirin û /2/i salan di zindaneke takane de jiyana xwe bûrand, ew jî ji encamê wşeneke nerazîbûnê û helwestê partî dijî zinara Erebî ya ku li herêma Hisiça hatî bi cîanîn,her dîsan piştî derketina wî ji zindanê têkilîyên wî yên siyasî û ramanî û rêbazî bi Partîya wî re berdewam bûn.

-Piştî koçikirina sekreterê giştî yê partî dîmuqratî kurdî li sûriya(partî)mamosta Kemal Ehmed, daxwaza wî û hevalên Partî dibû yek jibo hatina wî li nav rêzên partî û komîta navendî.

-Li kongirê partî yê heştemîn hate hilbijardin jibo komîta navendî û dibe sekreter ê Partî.

-Li kongirê nehemîn û dehemîn de dibe sekreterê giştî yê Partî li gel ne amadebûna wî li gongirê dawî ji egerê jiyana wî tendurustî  .

Hewceyî gotinê ye ku mamosta Mihemed Nezîr yekemîn şagirdê derçûyê kolîja maf bû dinav qutabiyê herêma Hisiça de ku dibe parêzer û dibe lêvegerê piraniya parêzerên kurd û kirstiyan û ereban li herêmê.

–Sala 2006a. bi pence şêra kezebê dikeve rewşek sext de ,û piştî çend mehekê ji ne saxlemiyê bi arîkarîya serokê têkûşer Mesûd Beraznî ber bi baştirîn nexweş xaneyên welatê Fernsa ve bi rêdikeve, û dibin guhdan nûnerê herêma kurdistana Îraqê kak Sîwan Berzanî de.

-Lê mixabin li sibiha roja dûşembê 22/ 12/ 2008.z.li Şamê diçe ber dilovanîya xweda ,û bi koçkirina mamosta Mihemed Nezîr Mustefa stêreke geşe xebat û têkoşînê ji esîmanê gel û bizava kurd li sûriya di vemirî. 

21/12/ 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…