Rexne yan tewanbarî

Ibrahîm Ebdî (Keser )

Kekê hêja û ezîz :Ezîz Xemcivîn
Min gotara te ya li ser mihrecana helbesta Kurdî ya14mîn  xwend , ji bilî tewanbariyê û beravêtina kar ,min tiştek têde nedît . (Xwezî ku nerîna min şaş be ), ev jî ne ji xweber tê , û li cem cihê pirsê ye .

Min  li te venedigerand heger ku te helbest tenê, û bi rengekî ekadîmî rexne bikira û şaşiyên di helbestê de bida xuyanî . Di wê çaxê de minê bigota: Spas û bijî ji te re .
Keko :Heger te xwe hinekî westandiba berî te ev gotar nivîsî ba ,bê guman dê nivîsîna te ne bi vî rengê şaş derketiba ,û belkî te ji kok de li ser mihrecanê ne nivîsî ba.  
Were dê em bi hev re têkevin warê terazûya helbestê . Malikên helbesta min ( Gulzar ) ji du ceman hatiye , cemê pêşîn ji (16) movika ye , û cemê paşîn ji (15) movika ye , û malikên helbestê tev bi vî awayî hatine ristin.Ev reng-terazû di helbestên Cizîrî de bi piranî peyda dibin. Mînak :
Pirsiyarê li me carek bike şêrîn dehena min  (16) movik e
Kû perihtîne firaqa te li ser derd û xemê    (15) movik e
Ger bi bim ber te sucûdê , di dema keşf û şuhûdê (16) movik e
Me li dil dê bi dirit pertewê nûra qidemê       (15) movik e
Mînakek dî :
Ax û oxên min ji dil tên , lê ji ber tîra qizil tên (16) movik e
Yan ji kovanên di kul tên , jê dizêt her xûn û zox(15) movik e
Xûn ji dil co co rewan tê , wek e`qîq û erxewan tê (16) movik e
Lê ji dest selwa ciwan tê , ew şepala şeng û şox (15) movik e
Ma gelo Cizîrî hayê wî ji terzûyê nebû , yan terazûya helbestên wî çewt e  ?!. (mamoste Ezîz tenê vî tiştî dizane ).
Lê ji ber kekê min Ezîz kêm zanîn û çewte di vî babetî de , cemê malikên helbesta min kêm movik û çewt dîtiye .
Li gorî nerîna mamoste Ezîz:  
(Kîta (û) di helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî de jî, ji ber ko ewan helbestên xwe bi tîpên erebî diristin kîta (we) ya erebî bikar tanîn. Ev kît li gora (we) ya erebî dihat ji ber vê yekê jî di tirazûkirina helbestê de bask ( – ) anko “deng nizm” dihat. Lê dema nuha em tîpên latînî bikar tînin, ew (we) ya erebî nema gerek e; çimkî em (û) ya rasterast bilêv dikin û hem coreyekî wê yî nivîsandinê, yê xweser heye, ji lew ra ew (û, / bala) ye û deng bilind e).
Gelo ku nuha mirovek were û tîpên helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî veguhêze Latînî(hatine veguheztin) wê ew tîpa (û) ya pêwend çawa bête nivîsîn û xwendin????!!!
Keko Ezîz:Kêşeya helbestê dengê kîta ye ,ne rengê nivîsînê ye.
Çi  kesên ku di warê terazûya helbesta Kurdî de nivîsîne, û tev de jî helbestvan û lêkolîner in wek ( Seydayê Cegerxwîn , Mehmûd ê Sebrî , Deham Evdulfettah ……) , tîpa (û) ya pêwend sivik dikin ango bask tê nîşan kirin dema di cihê tîpeke bask de were , lê kekê min Ezîz tim vê tîpê bala nîşan dike , ji ber vê piraniya malikan bi veçirandina wî çewt hatine .Heger wisa bî helbestek Seydayê Cegerxwîn durist nayê , wê tev de şikestî û çewt bin .wek mînak :
Seydayê Cegerxwîn wisan dibêj e :
Bilinde bejn û bala te
–  /      –   /     –   /  /   –
Li ser taca te ezmane
–     /     /   / –  /      /  –
Kitanek reng sipî daye
 –     /     /   / –  /      /  –
Serê Zozan û Sîpan e
–     /     /   / –  /      /  –
Ev helbesta Seyda li ser vê pêlikê ye ( -/// ) ango mefaîlon مفاعيلن ya Erebî hatiye ,û li ser pêlewaza (behra) Hezec e . lê heger tîpa (û) ya pêwend tim bala were xwendin ( li gor nerîna Ezîz ) wê ev helbest şikestî be, û ev ne rast e  keko .
Di warê qurmiçandina gotinan de ,te ji mamoste Jan Dost pirsiye wek te gotiye ,û wî bersev daye ,çima tu ji ya xwe venagere ?. were ez çend mînakan şanî te bikim:Cizîrî ji dêvla ku bêje (revandim ) dibêje (revam) , û ji dêvla ku bêje (guh bide ) dibêje (guhde) û pir mînak hene lê xuyaye ku te helbestên wî nexwendiye.
Çi kar bê kêmasî nabe ,û her du komît ya amadekar û ya nirxandinê, karekî giran-buha dikin ji bo li dar xistina mihrecanê û pêşxistina helbesta Kurdî . Ma tu nizanî çiqas zehmetî û dijwarî peyda dibin ta ku civînek biçûk li dar dikeve, îca çawa mihrecanek wisa mezin , ma gelo metirsî li ser kesên ku bi vî karî radibin tune ye?. Yan jî ew naxwazin ku di cihekî xweştir de mihrecanên xwe li dar xin?!.
komîta nirxandinê cihê baweriyê ye , û ew tê hilbijartin ji hêla komîta amadekar  , û heger wan helbesta min, yan helbestên kesên dî jî nas kir bin yan nas nekir bin,ew pileyan bidin helbestê tenê,  ne ku didin navê helbestvan , û xelatkirin ya helbestê ye ne ya navê helbestvan e , (heger navê wî çibe).

***************************************************************************

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…