Avakirina lêvegereke kurdî.. giring e û mumkin e

  Despêka rojnama Dîmoqratî kurdî 14

Li ser vexwendina encûmena giştî a Hevbendiya kurd li Sûrya, civînek di 20/11/2009de li darket, bi beşdarbûna kesên serbixwe û nûnerên bizavên civakî ji gelek deveran, û têde projeya encûmena giştî li ser avakirina lêvegereke kurdî di riya kongreke niştimanî hate ragihandin.

Û tiştê giring ê ku di vî karî de diyar dibû hezkirina bêhempa li bal beşdaran di beşdarbûnê de ji bona bikaranîna vî erkê netewî ê mezin, û ev yek rastiya ku beşdarkirina kesên serbixwe di nava Hevbendiyê teqez dike û bi serketî bû, û ew bizav dibe ku pêşbikeve û tevlêbûna kesên serbixwe di nava wê de ne zehmete.
Aliyê giringtir û ê ku diyar bû di civînê de, dema guft û goyê di nava beşdaran de, tête xuyan ku piraniya pêkhatiyên civaka kurdî û nûnerên wêyî rasterast giringiyê didin rêbaza siyasî a ku xizmeta miletê kurd û doza wî dike, ji ber wê li ser giringiya rakirina siyaseteke rojevî û bebetî (mewdûî) li hevkirin, ku di riya vê siyasetê re dikarin kar bikin ji bona mafê miletê me ê netewî. Û da bikaribin zordestiyê ji ser vî miletî rakin, siyaseteke welatperwerî kar dike ji bona hevsoziya hêzên niştimanî qezenc bike, û ji ber ku doza kurdî dozeke niştimanî û dadwer e, çareya wê bêyî alîkariya hêzên niştimanî di Sûrya de nabe.
Ew ezmûna praktîk a tevgera kurdî li Sûrya di salên rabirdû de û tiştên ku bi serê kurda hatin û bizavên işk li dijî wî didin xuyan metirsiya ketinê li paş siloganên pêwendî ên ku tu encam nedan ji bilî zerer û xesaretê, û van silogana kurd vegerandin atmosfîra tenahiyê piştî ku tevgerê gavin balkêş avêtibû di riya vekirinê de li ser kolana niştimanî, û serkeftiyên bêhempa bi dest anîbûn, û bi taybetî di dema damezrandina ragihandina Dîmeşq de, bi derbîra wê li ser bigiştiyeke niştimanî li ser dadweriya doza kurdî, û li ser giringiya çareserkirina wê çareyek dîmoqratî û dadwer.
Encamdana lêvegereke kurdî îro roj meseleyeke giring e ji ber du sedeman:
ya yekemîn. Ev lêveger dikare siyasetek rojevî û babetî ji bona xizmeta doza kurdî deyne.
Sedema diwem ew e, dikare bêtir bi rengekî xuyan xwesteka miletê kurd a rasteqîn bi derbirîn e.  Û wê biparêze ji arasteyên şaş ên bêkêr.
Ji ber wê, erkeke li ser milê tevan di kolana kurdî de ku bi rasteqînî bi vê encamdanê re kar bikin, û kolana kurdî ji perçebûnê xelas bikin, û bi yekkirina hêzên tevan û berîdana wan ji bona xizmeta doza kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...