Rola Wergerê Di Rûniştina Ziman Û Ededê Netewî De

Konê Reş

   Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…

   Vêca ji me Kurdan re pêwîste ku em berê pêşî, folklorê xwe, bi tev cureyên folklor ve berhev bikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî di nav gelê xwe de belav bikin…
Di pey re û berê pêşî, ji zimanê biyniyan wergerînin bo zimanê Kurdî û wiha pirtûkxaneya xwe a bi zimanê Kurdî ava bikin… Berê duwem ku em berhemên afrêner, yên bijartî ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergerînin bo zimanê biyaniyan.. Erê, pêdiviye ku, em di destpêkê de pirtûkxaneya xwe, bi zimanê xwe dewlimend bikin da ku em karibin ji wê pirtûkxaneyê xeber bidin.. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, xwendevanên bi zimanê kurdî nebin, werger nikare tiştekî ji me re bike.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Etar ji tûrikê xwe xeber dide…
   Va careke din em li nîrê zêrîn; li mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê vedigerin.. Belê li kovara Hawarê.. Ew kovara ku ku mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe, bi berhemên wergerandî bo zimanê Kurdî dixemilandin, da ku xwendevanên zimanê Kurdî çêbibin… Di baweriya min de hingî mîr Celadet xweş bîrdibir ku rola wergerê di rûniştina zimanê Kurdî de gelekî mezine.. Wî, wergera ji zimanê biyaniyan bo zimanê kurdî wek dewlimendbûn û parastin ji zimanê Kurdî re didît.. Vêca, deriyê wergerê di herdu kovarên xwe (Hawar û Ronahî) û ya birayê xwe Dr. Kamîran Bedirxan (Roja Nû) de bi berfirehî vekiribû û bi zîrekbûn wî, birayê wî, Osman Sebrî û Qedrî Can berhemên wergerandî bo zimanê kurdî di wan de belav dikirin..
   Roja îro pêdiviya me bi wergerandina ji zimanê biyaniyan bo zimanê Kurdî bêtir heye ji wergerandina ji zimanê Kurdî bo zimanê biyaniyan.. Jixwe xelkên me yên ku bi zimanê biyaniyan dinivîsin, têra xwe hene û têra xwe ziyan gîhandine edeb û zimanê me… Eger em li berhemên wan mêze bikin em ê bibînin ku wan gelek idyom û gotinên pêşiyan ji zimanê Kurdî dizîne, ango bi rengekî zîrek wergerandine û di nav berhemên xwe de bi kar anîne û her çiqasî berhemên wan bi erebî, tirkî û farisî bin jî, lê her di bin bandora zimanê kurdî de ne.. Ji ber ku bi idyom û peyvên kurdî hatine xemilandin.. wiha jî nav û deng dane…
   Eger Selîm Berekat an Yaşar Kemal û yên wek wan, nav û dengdayî, bi Kurdî binivîsandibana û ew idyom û peyvên pêşiyan ku di berhemên xwe de bikar anîne, bi zimanê kurdî jî bikar anîbana û di pey re berhemên wan bihatina wergerandin bo zimanê biyaniyan, hingê wê dinyê û alemê ji zimanê me re li çepa bida..
   Vêca ez rûniştina ziman û edeba kurdî a netewî di berê pêşî de, di nivîsandina bi zimanê kurdî de dibînim. Di pey re ku berhem ji zimanê biyaniyan bêne wergerandin bo zimanê Kurdî û dawî ku em ji Kurdî wergerînin bo zimanê biyanî.. Di baweriya min de, wiha emê karibin zimanekî rûniştî ji netewiya xwe a Kurdî re peyda bikin, ku di pêşerojan de zarokên me serê xwe pê bilind bikin. Lê ku em zimanê xwe bi kar neynin û lê bi xwedî dernekevin ti bihayê wergerê nîne.
Konê Reş

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...