Kulîlkên Berxwedanê li Zîndana Edra Vedbin

  Xebat Şakir

Îro sêsed çira li zindana Edra ji bo ronîkirina hêviyên Kurd pêdikevin
Sêsed gul dinav lepên hovan de li ber pozê berxwedanê vedibin
Sêsed stêr şevên welatê rojê dixemilînin
Sêsed derwêşên evîna Kurdistanê hespên berxwedanê dibezînin
Û sêsed tekoşerên azadiyê, bi canê xwe yê nazik şerê zilim û zorê dikin.
Rojavayê Kurdistanê îro di asta herî bilind a berxwedanê deye, vê berxwedanê ji  berxwedana bavê Cûdî (Ahmed Husyin) yê ku di 02.08 2004 an de li zindana Hesiçe piştî serhildana 12 ê avdarê ne bigelekî şehîd ket destpêkir. ev şehadet bû destpêka berxwedaneke hemdem li rojavayê Kurdistanê û di peyre ne bi gelekî şehadeta pênc endamê PYD ê Şîlan Kobanî, Fuad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya di 29.11.2004 an de bi destên istxbarata surî li başûrê Kurdistanê hişt ku asoyên berxwedanê li ba gelê Kurd li rojavayê Kurdisanê hîn ferehtir bibin.
Girtina keça Kurd a qehreman Nazlî Keçel ku heya niha kes nizane saxe yan mirye.

Şehadeta mamoste Osman Silêman kevne parlementerê berê ku di encamên lêdana di zindanê lêhatî kirin piştî berdanê bi demeke kurt şehîd ket.

Welatparêzê Kurd Îsa Xelîlê mele Hesen yê ku dengê xwe li hember zilmê bilind kir bi destê rêcîma behsyan a diktator li Qamişlo şehîd ket û gelek girtin û buyerên din jî hene ku bi dehan gotar têra wan nakin.

Di dawiyê de zilim û zorî û bin pêkirina mafên herî rewa ji bo girtiyên siyasî  yên di zindanên Surî bi giştî û bi taybetî zindana Edra de dimînin giha asta herî bilind. Vê zilim û zorê berê girtiya da berxwedaneke ku herkes jêre rêzê bigre. wan girtiyên ku ji hemî mafên mirovayî pêparin dest bi berxwedaneke hemdemî a rojiya mirinê kirin. ew berxwedana ku reh û bingehên xwe ji rêberên tekoşîna gelê kurd Mezlûm Doxan, Kemal Pîr û Xeyrî Dormîşan digre destpêkir û berxwedana van qehremanan rêberên tekoşîna xwe dîtin û dibînin.

ji ber PYD ê xwediyê mîrasa van lehengaye û berdewamiya şopa wane.

Bi vê berxwedanê girtiyên Kurd ji rêcîma Behsyan re îsbat kir ku ne girtin û ne ti şêweyên din yên zilim û zorê nikare vîna wan ya berxwedanê û girêdana wan bi gelê Kurd re têk bi bebe.

Xwendevanên hêja

Ev asoyên hêviya li zindana Edra li benda piştgirya xwedî bextane, li benda piştgirya hemî partî, rêkxistin, sazî û dezgehên gelê Kurde.

Li benda piştgirya rewşenbîr û ronakbîrên gelê Kurde

Her kes dikare li gora xwe li van qehremana xwedî derkeve ji ber xwedî derketina li wan erkeke netewiye goraveke mirovaniye.

Eger her yek ji me li cihê ku lê dimîne rojekê bikeve girava birçîbûnê ez zanim ku rojek tenê di asta sembolîk de dimîne lê em ji bîrnekin ku wateya wê pire.

Di dawiyê de

Silaveke bi 18 gulên Erdwanî pêçayî ji şêrên Zindana Edra re
Silaveke bi hêviyên rojavayê Kurdistanê Pêçayî ji tekoşerên azadiyê re
Silevek ji vî dilê ku bi evîna we dijî ji we qehremanên gelê Kurd re
Silaveke bi hesreta welat pêçayî ji bo wan yên ku hêviya azadiyê xurt dikin.

Bijî berxwedana girtiyên Kurd li Zindana Edra

Bijî Kurd û Kurdistan

Berxwedan jiyane.

Xebat Şakir
17.11.2009 Oldenburg/ Almanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...