xweşikbûna şaristaniyê

Heybet mamo
 vinkurd@hotmail.com

dema mirov bixwaze şaristaniyekê nasbike bêyî ku mirov bingeha wê zanibe divêt mirov ji dûrve lê meyzeke û li kevin bûn û nûbûna wê bigere, li xweşikbûn û şêwazên wêyî hinerî yên ku wê didin nasîn yanjî li nîşanên wêyî derve yên rengîniya wê didin xuyakirin, ji ber vê yekê dema mirov pirtûkên dîroknasan vedpexirîne tê dîtin ku her miletek ji miletê dî cudaye bi kincên xwe bi xişl û xêlên xwe nemaze kincên netewî ku bi wan têne nasîn ji nerîna pêşîde ji ber ku her şristaniyek xwedî kincin netewîne netenê wilo jî ji ber ku nîşandarên şaristaniya gelekin wek (kinc gulî û por , rih û simbêl, egal û kofî, xal ……….. h .t)
 lê gotina me li ser kincaye ji ber ku kinc li her deverê rengê civakê yan rengê qatê  pêşmerov dike. çiqas şaristanî kevin û girtîbe ewqasjî bi cilê xweyî netewî girêdayîye, netenê wilo jî di şaristaniya roj ava de jî kincên kesan ji hevdû cudan e çi qatbe , yan civatbe , yan xwedî karekî pisporîbe , wekî din jî zagonên ku şaristaniyên kevin li ser cilan danîbûn pir zor û dijwarbûn , carna cawê wan , tiştên xwe pê xweşikdikirin , rengê civatê didan nasîn ji hinan re rewabû û ji kesan re qaçaxbû wek dema MEXOLIYAN êrîşî ser CINIYA dikirin ferman dan ku çi kesê CINI divêt porê xwe ne birre û bike gulî û li jora serê xwe kombike da bên xuyakirin ji wan , reşkê EFRIQYA jî xalên ku li ruwê xwe yan destên xwe dikirin xwe pê ji hevdû nasdikirin  SELAHEDINE EYUBI jî dema çû (EEKA) rizgarbike desmal û egal danî ser serê ,EREBA da leşkerê wî wan nasbikin kiras û xiftanê MITANIYAN jî ew başqe kiribûn ji miletên din ji ber ku herdû hûçkên xiftanên wan  wek baskên kevokêne û  dawiya xiftan ji paşîve wek dûvê wêne ji kevinde kurda hez ji kevokê kiribûn  û kevok nîşana aştiyêye ji ber vê yekê kurd aştîxwazin kurdên EZIDI jî bi dirêjbûna riha xweyî ku dikirin gulî û di bin çena xwe re dixistin bin kirasê xwe , ji xwe bi kirasê xweyî sipî binav û dengin , ew kirasê ku ji jorde ber qirikê qewar çêdikirin ew qewarbûn wekû rih û simbêla nîşana wan bû, qewarbûna kiras bi xwe jî rengê oldariya wan dida nasîn çimkî rengê rokê qeware (girovere) .
ETATURK jî zor li miletê xwe kir û bi zorê şifqe danî ser serê wan da ji cîhanê re bibêje ku ez zanistîme
û pesnê xwe bi şifqa xwe dan .
weha tê xuyakirin ku her şaristaniyek şêweyekî wêyî resen heye xwe pê pesindardike

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…