Xalis Msewer
Dibêjin: Tucaran Kurdistan, ne di sedsalya nozdehan, û ne di ya bîstan de, rehet nerûniştiye. Herdem ev herdû sedsalî bi raperîn û berxwedan û bi xwîna pakrewanên azadiyê hatine xemilandin. Ji raperîna Ûbêdullahê Nehrî, û Simko Axayê Şikakî ve, ta bi raperîna Seyid Rizayê Dêrsimî, û Şêx Seîdê Pîranî…hwd. Ango li ser milên van şoreş û raperînan Komara Mihabadê cara yekemîn di dîrokê de, bi serokatiya lehengê Kurd Qadî Mihemed li Kurdistana Îranê hatiye avakirin, û Paytexta wê bajarê Mihabadê bû.
Berya avakirina Komarê, Qadî Mihemed û birek ji diwazdeh Burciwazyên Kurd, di nav bistanê Hacî Dawûd de, ku li nêzî Çemê(Saplaxê) dikeve, rêxistinek siyasî bi navê (Komelê Ziyanewê Kurdistan) (جمعية بعث كردستان) di 16/Êlona/ 1942 wan de, damezrandin, di nav van diwazdeh mirovan de, nûnerê rêxistina (Hêwa) binavê (Mîrhac) ku bi koka xwe ji bajarê Zaxoye jî amade bû. Armanca rêxistina komelê ji Kurdistana rojhilat re (hukmê utonomî) bû. komelê rojnemeyek bi navê(Niştiman) derdixist, ku ew jî bi navê komelê peyvdar bû. Vê komela nû, roj bi roj şaxên xwe li ser xaka Kurdistanê vedidan û belav dikirin, ev şaxên ha bi taeybetî, li bajarên Erbîlê, Suleymaniyê, şeqlawe, û kerkûkê belabv dibûn, û piştî şeş mehan hejmara nûnerên komelê gihabû sed nûnerî.
Piştra, komîta komelê ya sintral, di nîsana sala 1943 yan de, li gundê (Xweda Berestê) bi hilbijartin hate avakirin. Lê Qadî Mihemed piştî salekê ji nûve tev li komelê bû, û serokatiya wê kir. Di meha tebaxê sala 1941 an de, artêşa sovyêtê (artêşa sor) dikeve Îranê, û digihê ta bakurî Mihabadê, û dikeve bajarên din jî mîna- sereş – Bane- Seqiz- û artêşa Ingilîzan jî digihêje bajarê kermanşahê û herêma sinindic. Neçare rewşa Îranê xirab dibe, û padîşahê wê (Rîda Şah) ji padîşahyê istîfa dike, Kurê wî(Mihemed Rîda Behlewî) di 16/êlûna/1941 an de şûna bavê xwe digre.
Li vira êlên Kurdî bi serokatiya Qadî Mihemed ji lawaziya Îranê derfetek mezin digrin, û bi Ezirbêcanê re bi alîkarya artêşa sovyêtê, di 22/ meha berçile, sala 1946 an de avakirina komara Mihabadê li gastîna çaçira hate îlan kirin, û Mele Mistefa Berzanî bi leşkerên xwe ve, di îlankirina vê komara Kurdî nûhatî de roleke serekane dileyist. Ango bajarê mihabadê bû paeytexta dewleta Kurdî, sînorê wê ji Mako li aliyê bakur, ta Qesir Şêrên li aliyê başûr dirêj dikir. Di pêşî de, îranya fermendarê herêma kurdî li cihê wan datanîn, lê demekê di eynê çaxa ku peyv dihatin xwendin pevçûnek di navbera polîs û kurdên li gastîna bajêr civyabûn çêdibe, ji ber wilo polîêsan êrîşeke bêhemta birin ser xelkên kurd, di vê bûyerê de heft polîs hatin kuştin, û yên mayî jî reviyan.
Bi vî hawî dagerkirina îranê li mihabadê, paytexta dewleta kurdî bi carekê re ji holê rabû. Di serdana xwe ya didiuwan, li bajarê (Bako) paytexta komara Ezirbêcana sovyetê, di meha êlûna sala 1945 a de, Qadî Mihemed karîbû berpirsyarê Ezirbêcaê û serekê wê (Cafer Baqirof) razî bike, ku di warê çek û pera û leşkerî de, alîkaryê bi dewleta kurdî re bikin, û kursiyên xwendinê di kolêca Bako ya leşkerî de, ji şervanên kurd re bi taybet û cih bike. Ne wilo bi tenê jî, lê Qadî dîsanê doza çapxaneyekê jî li Baqrof kir ku bişîne mihabadê. Û di sala 1945 a de, li mihabadê (Komela Pêwendiyên Rewşenbîrya Kurdî- Sovyetî), bi serekatiya qunsulê Ezirbêcanê (Haşîmof) vebû, di eynê wê salê de jî (komelê) xwe helkir û li şûna wê partiya (Dîmokratî Kurdistanî) hate avakirin. Bi vî hawî di roja 22 ê meha çile ) كانون الثاني) sala 1946 an de, û li bajarê mihabadê li gastîna çarçira cara yekemîn dewleta kurdî, bi serokatiya lehengê kurd Qadî Mihemed ava dibe. Ew roja pîroz di dîroka Kurdî de, bi şahî û dawet û dîlan û lîlandina pîrekan hate xemilandin. û di eynê wê rojê de jî, merşa netewî (ey reqîb) helbestvanê mezin û gewre (hejar) nivîsand, û herdû wezîrên komarê (Mehmûd Welî) û (Menaf Kerîmî) awaz ji vî merşê dîrokî re danîn, lê hukûmeta komara mihabadê, di 11 de ê sibatê sala 1946 a de, hate îlankirin, û wezîrên wê jî ev bûn:
1- Hacî Baba şêx 65 salî, serokê encûmena wezaretê
2- Ebdurehman Îlxan Zade, 35 salî wezîrê derve
3- Mihemed Emîn Me înî, wezîrê hundurû
4- Hacî Mustefa Dawûdî, 55 salî wezîrê bazirganyê, xwediyê bexçeyê ku komele li nav hatibû avakirin.
5- Mihemed Husên Seyfî Qadî, wezîrê cengê.
6- Xelîl Xisrewî, wezîrê kar.
7- Menaf Kerîmî, 25 salî, wezîrê perwerdeyê, û alîkarê taybet ji serok komarê re
8- Ehmed Îlahî, 40 salî, wezîrê îkonomî
9- Kerîm Ehmedyan, 40 salî, wezîrî telîfon û post û birûskan
10- Ismaîl Îlxan Zade, 35 salî, wezîrê çûn û hatinê (miwaselat)
11- Seyid Mihemed Eyûbyan, 30 salî, wezîrê tenduristiyê
12- Mihemûd Welî Zade, 23 salî wezîrê çandinyê, yê herî piçûk di nav wezîran de
13- Mela Husên Mecdî, wezîrî edaletê
Wezîrên komarê jî ev bûn yên me nuha danbûn xuyakirin, lê piştra di 24 ê ibrîlê sala 1946 an de, artîşa îranê bi (600) leşkerî ve, bi serekatiya kolonêl (kisra), bela xwe di hêzên kurdistanê dida, lê artêşa îranê di vî şerê yekemîn de, xwe negirt û bi paş de reviya piştî ( 21) koştî jî û (27) birîndar û (40) dîl li şûna xwe hişt. Lê careke din di ezmanê siyasetê de, tayên bêbextiya diwelî hatin xuyakirin, ew jî dema ku îranê gilihê xwe ji (Encûmena ewlekaryê) re şand û dibêje, yekîtiya sovyetê peymana di navbera me herdû aliyan de xirakiriye, û daxwazkir ku hemû hêzên biyanî ta meha adarê sala 1946 an de, ji qada îranê vekişin. Û livir xweş hate xuyakirin bê çiqasî temaya sovyetê di petrola îranê de mezin bû, û îranê jî ev tişt li ber guhê sovyetan xistibû, ji lewma peymana îxanetê di navbera îranê û balyozê sovyetê (sadcîkof) de, bi alîkarya amerîka û berîtanya jî hatibû girêdan, ku îran ji aliyê petrolê ve cihekî bi taybet ji sovyetê re veqetîne, û sovyetan biryar dan ku ta 6 golanê sala 1946 an de, bi carekê re ji îranê bikişin.
Bi kişandina artêşa sovyetê ve, Qadî Mihemed di meha tebaxê sala 1946 an de, çûyî bajarê tehranê, û civînek bi serekên padîşahyê re li darxist, mebesta wî jê ew bû, ku hukmê utonomî di nav sînorê îranê de ji kurda re qezenc bike, lê îranê wê çaxê karê xwe û êrîşkirina ser hukûmeta kurdî dikir, ji ber wilo di 5 meha ber çile sala 1946 an de, Qadî Mihemed bi (10) serokên kurda re civîna cengê lidardixis, di vê civînê de biryar hate dan ku kurd teslîm nebin û ta dawî şerê xwe berdewam bikin.
Lê neçare piştre Qadî biryar da, ku bi aşîtî ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber wilo di 13 ê, meha ber çile de, Qadî Mihemed tevlî Seyfî Qadî û Hacî Babaşêx ve çûne bajarê (Miyandiwabê), ku kuftûguhekê bi ceneral(Hemayûnî) re lidarxin, di encama guftûguhê de li ser ketina hêzên ceneral bajarê mihabadê emzekirin, bi dûve de, Hemayûnî (emrê) ketina nav bajêr da hêzên eşîran. Û di 17 ê meha berçile de sala 1946 Qadî bi çend berpirsyarên Kurd ve dîsanê çûne gundê (koy tepe), ku 13 kîlo mitran dûrî mihabadêye, ew jî ji bo civîneke din bi serdarên îranê re li darxe, û pêşeroja miletê kurd bînin ziman û dûvra bi hêzên îranê re têkeve nava bajêr.
Piştî guftûguhê, artêşa îranê kete bajarê mihabad, li pişt wan jî hêzên eşîran ji rojhilat ve bi serdarya kolonêl (Gefarî) ketne bajêr de.
Weha û bi vî awayî tiracîdîk! komara kurdî ya mihabadê hate hilweşandin piştî saleke geş ji serxwebûn û azadî û demokratiyke bêhemta di bin sîka vê komarê de hatibû avakirin. Dîsanê li vira îraniya bêbextiya xwe eşkerekirin, û di roja 18 hê meha berçile de, Qadî Mihemed û Seyfî Qadî û Sedrî Qadî, bi birek giregirên kurda ve girtin, û xistin zindanên yekîne de, û piştî sê rojan ji dadgeheke eskerî veşritî û bi dizî, biryara darvekirina Qadî mihemed, û Seyfî Qadî, û Sedrî Qadî hate birîn, û ev biryara bêbext şandin Tehranê, ku mohr û emza bêbextiya dîrokî lêxin, û hevalên wan girtiyên din jî, ji du salan ta pazdeh salan hukomê zindanê li wan birîn, û hinek jî hukmê (mû ebed) li wan hate birîn. Û felaketa hukmê îdamê li gastîna çaçira, di spîda sibeha 31 adarê sala 1946 an de, bi awakî tiracîdî…! bi hersî egîtên malbata qadî ve hate invazkirin.û li vira yek ji berxwedanên herî giring, di şeveke reş de ji dîroka kurda hate vemirandin.
Lê dawî ku em li vira pirsbikin û bêjin: Gelo çima ev azadî neçûye serî؟… emê wê çaxê van tiştên li xwarê bibînin:
1- Zihniyeta eşîrtî, ku li bal serdarên komara nû peyda dibûn, ku nikarîbûn di nav gola siyaseta dewletên mezin de sobelanê bikin.
2- Tunebûna artêşeke fermî, ku kariba berevaniya vê komara nû bike
3- Ew germ bûna milet nehate tewzîfkirin, weke ku di çax û cihê wê de dihate xwestin.
4- Serokên kurda jî nikarîbûn, ji ziîfbûn û lawazya îranê derfetê bigirin
5- Piştgirya dewletên impiryalî ji padîşahya îranê re
6- Serekatiya Ezirbêcanê sozên xwe ji kurda re nebirin serî û bi cih ne anîn
7- Komara kurdî jî, nikarîbû gastîna xwe fereh bikira, û mabû li ser qadek biçûk bigere.
…………………………………
1- Hin gotin, ji kovara (elhuriye) ya Felestînî, bi pênosa (xorşîd dellî) hatina girtin.

2- Hin jî, ji pirtûka ( Kurê Wilyem Îgiltîn) hatiye girtin