Mizgînxêrkê azadiyê: Ihsan Fetahyan (helbest)

 

 Ji bo rewanê Ihsan Fetahyan evê hebestê diyarî dikim.
                                             Ezîz Xemcivîn

Min dixwest karibim berî kindirê,
ewê gerdena pîroz, biramûsim.
Karibim bi dengekî zîz kesera keskesorê ji dil bistirînim.

Karibim nivişta pakrewanan li hustê te bigerînim.
Bila Qadî kindira rizyayî diyarî axa Kurdistana te bikira.
Bila Şêxê pîran silavek li dilê dayika te bikira.
Bila adara xemgîn hine li destên bûkên xwe bikira
Bila evînê ji kewara kindira te; basikên xwe li hev bixistana.
Bila nimêja li ber dergehê çavên te, gazî Xwedana danê bikira.
Bila stema badekê têk biçûya
Û bila masî ji keviya kindirê bixeyidiyana.
Gogên destûran di lîsgehên dilêriya me de teqiyan.
Berfên agirîn çolbir dane ser şopa Kurdgawiran.
Xewneke cansivik silavên te ji min re anîn.
Li ser palgeha ko bi hêsiran dorpêç bûyî,
kulîlkên dengê te gazî xameya min dikirin.
Ez bûm perîk
di tabloyeke gurînî de,
min ew çav kirin berx.
Mîjokê lîlava tekoşînê!
Hela were û bi Xwedayan re bipeyive.
Hela were û nameya Pêximberan ji Ayetullahan re rave bike!
Hela were û Xocayê Xizir bi xwe re bîne
û bêje çima te ew zarokê bêguneh kuşt?
Delalo!
Nikarim te ji gunehan biparêsim,
ji Izrayîl weye ko Çirto û Virto
Isa û Mûsa ne!
Yê ko ji oksicînê bêpişk
her ew Kurdê bê ol û bê ber e!
Delalê min
di pêkenînê de em ji şîr vebûne,
di rûkenînê de em ji hinguv vebûne,
di olê de em ji bin mexmerê derketîne,
di jiyanê de
sûravka me daye ser lêvên qurnefelan.
Ey awaza berba ketî
Fireşteyê havîna gunehan,
tirhikê dilê zagros
axxxxxxxxxxxxxx
ko ew çiyayê serqot li bin pêyên te ba.
latên naherifîn cil û bergê te bana,
pirîskên hêrsa te, di mejiyê mejîgeniyan de bibana qotik.
Kî ji me ji nebûnê re ye?
Û kî ji me dê li nebûnê vegere?
Ji min re bêje
Kî dikare te bi kindirê bitirsîne?
Silavan li hunerbazên tariyê bike.
Eger bêjing rogir be
Bi riha Ayetulahan bimale.
Bila destê gulveşar
li ser sêla wêrekiya dilê te bişewite.
Here kurê bavan,
Roniya gavên te
li aniya dîrokê roniya xebata te ye.
Here civata qehremanan
mizgînxêrkê azadiyê be.

12.11.2009

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com


jêder:
AVESTA

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…