NAMEYEK JI BIRÊZ ÎHSAN FETAHYAN RE

Salih Bozan
Salihbozan@hotmail.com


Ez dizanim ev nameya min nagihêje te, û bi rastî ez nizanim ji kê re dinvîsim. Tiştek di hundirî min de, min mecbûre vê nameyê dike.
Salên min şêstin, lê ez du caran li ser te giriyam. Carekê gava min peyvên teyên li ber dardakirinê xwendin, û cara din gava min di ROJ-TV de bihîst ku te nehîşt mêrkujên te kursiya di bin nigên te de kaşkin, te bi xwe nigê xwe lêxist. Heta di vê rewşê de, tu lîderê çarenûsa xwe bûyî. Giriyekî bi min girt weke ku di dirêjiya van salên min de, di hundirî min de kom bû ye, û bi carekê derbû.
Hemû mirov di jiyana xwe de, yekcaran mecbûrî derewan dibe, lê zanistiyên sêkolojî dibêjin, mirov li ber mirnê qet derewan nake, ew rastiya di hundirî xwe de dibêje. Ez di wê baweriyê de me, ku hevalên te, em hemû Kurd vê rastiya ku ji hundirî te, wê êvarê bi van peyvan derket ji bîrnakin. Gereg ev gotinên te li hemû çiyayên Kurdistanê werin nivîsin, ji bo ji lehengên weke te re bibin şevçiraxa azadiyê, û ji yên ku xwe bi hembêza dijim germ dikin bibin nif.
Dibêjin mirov henin di jiyanê de dîrokê çêdikin, û mirov henin wê dîrokê dixwinin. Te di vê ciwaniya xwe de kelpîçek di dîwarê dîroka gelê kurd de danî, ti carî hilnaweşe. Yên ku tu darda kirin, dê rojekê bimirin, û ji bîrbibin, lê tu ti carî ji bîrnabî. Ji bil ku tu bûyî sirûda azadiyê.
“Ez yek ji dergûşên mirovahiyê me, li Kermenşahê hatim dinê”. Ev gotina te ye. Eceb yên ku tu bidardakirin, dê fêmbikin, ku tu ji ber mafê gelê xweyî kurd dimirî, lê dîsa te xwe bi mirovahiyê naskirin da. Ji bil ku te ti carî mafê gelê xwe dervcayî mirovahiyê nedidît. Gelo çawa di van salên te yên ciwan de tu gihîştî vê şarezaya mezin.
Birêz Îhsan..!
Ku rojekê ez werim serdana te, ezê li ber gora te dakevim ser çongan, ji bil ku yên weke te bi rastî namirin, ew ne bes di bîraweriya gelê xwe de guleke tim vekiriye, belam ew guleke mirvahiyê rengîn dike.
Te got: “her mirinek jiyaneke nû bi xwe re tîne”.
Ez gellek li ber vê gotina te sekinîm, û ji nişkave vegeriyam hinek rûpelên xwe yên kevin, ku rojekê min tiştekî weha nivîsî bû. Ez ji te re dubare dikim:
(Min çîrokên evîndarên azadiyê ji xwe re kiribûn nivişt
û agirxane li rojhilat avadikirin.
Lepbîna qereçî di fincana min de nihêrî.., nihêrî..,
lêvên xwe li hev şidandin,
çîrke çîrka diranê wê koka dilê min dikola,
û got:
“lo rebeno.., dûmanek xwe li te dipêçî,
dawiyek nêzike te dibî.”
Lepbîna qereçî got:
“lo rebeno.. tu di vî dûmanî de winda dibî.”
Û ji nişkava fîncan min li korma pêş mala me xist,
bi jankêşî got:
“lo rebeno.. tî çibikî….,
yekcaran mirin jî dibe azadî”(.
 Bi rêzdarî
Sûriya/Heleb
13/11/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…