Xêrxwazan du Malbatên Kurd ( Mala Mistê û Mala Çeto ) li Hev anîn

   Qamişlo 29/10/2006:

    Doh(28/10/2006): Bi beşdarbûna cemawerekî zor zexim ku pêk dihat ji; tev rêxistinen kurdi, serok hozên kurdî û erebi,  şêx û melayên misilmanan û Qesê, qesê xiristyanan Efram Çello, kesayetiyên navdar û naskirî di Cizîrê de, ji mala Ibrahîm paşayê Millî bigire ta bi mala Nayif paşayê Koçer, di gel wan şêxê hoza Şemera û hin ji berpirsyarên dewletê di pêşiya wan de Şêx Ednan kurê şêx Ibrahîm Heqî (Ji şêxên Botan).

 

Wiha ji Qamişlo, bi kerwanekî ji otomobîlan, di ser 200 otomobîlî re berê xwe dan gundê ( KENGELO ), bal mala ÇETO û mezinê wan Ismailê Çeto..Ji wir, wî cemawerê xêrxwaz, berpirsyarên mala Çeto(Yên Binxetê û Serxetê) bi xwe re kar kirin û berê xwe dane gundê ( Pilêsiyê ) bal mala MISTÊ (Yên Binxetê û Kurdistana başûr)û mezinê wan Ebdulazîzê Mistê..
   Di bin her pênc konên vegirtî de li gundê Pilêsiyê, berpirsyarên herdu malbatan dest û riwê hev maçkirin û li kêleka şêx Ednan rûniştin…Di vê lihevhatinê de bi tenê şex Ednan û Qesê xirîstyanan axifîn. Hin ji gotina şêx Ednanê kurê şêx Ibrahîmê Heqî: Îro rojek gelekî giringe ji me re, çiko di vê rojê de birayên me digihêjin hev û pirên dostaniyê têne danin..Hem jî şîretên neyaran têne birîn û darikê hewdelê ji vê navê tê avêtin…Ji mêj ve çavê me li vê rojê bû…Spas ji Xwedê re ku me şêraniya vê rojê dît…
Qes jî di gotina xwe de, ev lihevhatin piroz kir, û spasiyên xwe ji herdu malbatan re diyar kir û di nav gotina xwe de doza biratiya gelên kurd, ereb û xiristyana kir ..
   Wek ku diyare, ji 16 salan ve herdû malbat li ber hev û kuştinê ne, û tevî hewildanên gelek kesan ku wan li hev bînin, lê ew li hev hatin pêk nedihat, ta ku iro ew li hevhatin pêk hat …
Hejayî gotinê ye ew kesên ku ji 8 mehan ve hewil didin wan li hev bînin û ji dûv hewildana xwe venegeryan, tevî asteng û recên ku didîtn û dawî ew li hev anîn ev kesin:
Ebdulazîzê Sara
Ekremê Hiskê Xello
Behremê Hiskê Xello
Hêjane spasiyeke gerim.
 Hem jî hejaye em spasiya birêz Ebdulazîzê Mistê bikin, yê ku bi mêranî pêşwaziya mêvanan û mala Çeto di mala xwe de kir û bi sîngek fireh mêvanên xwe tev razî kirin…Û hêjaye em spasiya birêz Îsmailê Çeto bikin ku tevî mirovên xwe yên Serxetê bi xêrxwazan re çû bin konê mala Mistê…

Hêjaye em bêjin ku ev lihevhatin daxwaza her kurdekî resen û wefadare ..

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…