Serokê Sûrî piştgiriya Çareserkina pirsa kurd li Tirkî dike Lê gerek bizanibe ku li Sûrî jî pirsek weha heye

  Ismail Hemê

Cara yekemîne di dîroka rêjîma Bais li Sûrî ku  bi rengekî yekser li ser zimanê serokê komarê navê “pirsa kurdî” tête gotin çimkî ta roja îro gotina kurd tiştekî qaçaxe di  ferhenga siyasî û ragiyandina fermî de ya rêjîmê, û ev pirs li kube bela bibe, çimkî ev rêjîm hingî ji doza netewî kurdî bi tirse, dibîne demê  gotina” kurd” bête gotin wê pirsa netewî kurd li Sûrî bête bîra xelkê,û ew naxwaze vê rastiya tal bîne bîr û hizra xelkê, çimkî ew hewil dide ku vê pirsê
vê dozê bide ji bîr kirin û windakirin bi hemi rêbaz û şêwên xerab, loma gotina  serok komarê Sûrî  li ser pirsa kurd li Tirkî mabû cihê mendhoşî û matmayî yê ji hêla kesên rêjîma Sûrî nasdikin, û bibû cîhê lêpirsînê ji hêla wan û dibêjin gelo heye rêjîma Bais, rojekê li ser doza netewa kurd li Sûrî rawest û li rêbazên çareseriya wê dozê mijîl û raman bibe  wekî ku îro desthilata Tirkî dike.?? yan rêjîmên wek rêjîma Sûrî têne şikestin û nayên guhertin..??
Bê guman çareseriya pirsa kurdî li Tirkî wê aloziyek mezin ji rêjîma Sûrî re çêke ji ber bi sed kîlomitran sînor di navbira herdû dewletan de heye û li herdû aliyên sînor miletê kurde dijî û demê pirsa kurdî li Tirkiyê bête çareserkirin û kurd li hêla Tirkî sinor têxin bin kontirola xwe wê çaxê mirov dikare bêje ku tu sînor namîne û rêjîma Sûrî nikare ji hêla xwe sînor asê bike  yan bigre.
Gerek rêjîma Sûrî jî vê rastiyê bizanibe û lê hayedar be, û dest ji siyaseta rigezperest û şovînî berde ji ber ev reng siyaset wêrane û bê encame û divê xwe amade bike ji bo çareserkirina doza netewî kurdî , ji ber ew ji dewleta Tirkî ne xurtire, û em bi hêvîne ku piştgêriya ji çareserkirina pirsa kurdî li Tirkî wateyek siyasî jêre hebe ku bandor vedanek di hundirê Sûrî de jêre hebe,  Ji ber doza kurd roj bi roj dibe dozek navdewletî û cîhanî û ketiye pirojên çareseriyê, heger îro çareser nebe wê sibê çareserbibe, û diyare ku desthilata Tirkî ev rastî baş naskirye loma bilez gavan davêje da ku bi destê xwe çareserbike berî hêzên navdewletî yên mezin li vê doze bibin xwedî û rêbazên çareseriyê jêre saz û dest nîşan bikin, wê çaxê belkî buhayê çareseriyê gelekî giranbe, û bi nirxê ku îro tê çareserkirin sibê neyê çareserkirin
———-

Jêder: Belavokeka Yekîtî (Hejmar /16/ Êlûn 2621 K) , komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…