Pirtûka “Serok û Merok” Ya Qado Şêrîn Ji Nav Weşanên Sema Derket

 Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an  bi çapkirina pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado Şêrîn berdewam e. Ev pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên zimanê Kurdî.
Ev pirtûk di nav rêza weşanên Sema derdikeve û ji zincîreya berhemên Sema ya 31ê ye.

Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 – 2006an  de nivîsandine.

Karîkatêrê li ser berga pêşiyê ji aliyê şêwekar Inayet Dîko ve hatine çêkirin. Û berga paşiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar e hatiye danîn, naveroka Fermanê jî ev e:
Fermana 11an
Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr, divê ji niha û pê ve hûn tenê vê durişmê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li şûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin.
Ê ji we ji vê duruşmeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre.
Serokê we û bavê we…
Qilçixê Xemxur
Ji vê fermanê ku dişibihe fermanên sultanê Osmaniya, naveroka çîrokan diyar dibe û şêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêvebiran rexne bike û wan hişiyar bike bi wan qilçixên xwe û dixwaze wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.
Qado Şêrîn: Ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1967an de li gundê Nehroz ê girêdayî bajarê Qamişlo ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li wir xwendiye, paşê di gel malbata xwe çûne Qamişlo û li wir xwendina xwe ya amadeyî (Lîse) bi dawî anîye û derbasî Enstîtuya Matemetîkê li bajarê Dêra Zorê bûye, çend salan mamostetî li Qamişlo kirîye. Di sala 1995an de berê xwe daye Ewrûpa û li welatê Holenda niştecih bûye û ta niha jiyana xwe li wir didomîne.
Nivîskar, digel çîrok nivîsînê, lîstikvan e û di hin şano yan de derketiye ser depê şanoyê û her bi rolê xwe yê komîdî hatiye naskirin. Wî gelek çîrok û gotar li ser  kovar û malper ên internetî û rojnameyên Kurdî belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre bûne. Ji sala 1982an ve karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’  berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de û her weha pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Şêxo (Digel birayê wî Beha Şêxo) amade û çap kiriye.
Her weha xwedanê Malperek enternêtê ye ku di bin navnîşana  www.qadoserin.com  de, hemî babet, nivîs û hevpeyvînên xwe li ser belav dike. Her wisa pênc salan sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî û hunerî kiriye û di dûv re rawestiyaye.
Hêjayî gotinêye ku Qado Şêrîn, ev berhema xwe diyarî Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî  li Başûrê Rojavayê Kurdistanê kiriye û mafê belav kirin û firotina wê daye wan ku sûdê jê werbigrin di xebatê xwe yê bi rûmet ên di warê fêrkirina zimanê Kurdî de. Bi vê helwesta wî jî birêz Qado Şêrîn, çendîn fidekarê doza netewe û pêşdebirina Zimanê Kurdî ye. 
 Hozan Emîn

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...