Sipasî ji Malbata Mihemedê Mele Ehmed

Em xuh, bira, zaro, hevjiyan û mirovên Mihemedê Mele Ehmed, hemû kes û kesayetî, rêxistin, partî, komel, malper, dost û mirovên, ku di koçkirina rihê pîrozê mezinê malbata me de, bi me re rawestiyan, em ji dil sipas dikin. Mihemedê Mele Ehmedê tûj, bi pishtgiriya we ya mezin, amadebûna we ya pirhejmar bi dilekî rehet çû gorê. Serdanên we di rojên dawî ji nexweshiya Mamosta de, hebûna we ya pirhejmar li Elmanya li dora malbatê, di kêlîkên yekê ji koçkirnê de, herweha amadebûna mezin li pêshya cenazê li ber deryên Qamishlo û havpishkiya mezin û gesh di rojên shînîyê de li hawîrdor malbatê li Qamishlo hêzek mezin xiste rihê me de.
Bi sedan telefon û birûskên ku ji me re dihatin ji gelek welatên Ewropa û cîhanê ji me re danxuyakirin ku Mihemedê Mele Ehmed nemiriye, ji me re danxuyakirin ku em bi tenê nemane.
Em Sipasya we tevan dikin.
Hêvîdarin ku xudayê diloven we ji kul û derdan dûr bihêlê û di tengîyê de xurtîyê bidê we.

Malbata Mihemedê Mele Ehmed

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…