Sîpetî: Sinêletî, Herzeyî: Qonaxek ji qonaxên temen e pir hestdar e, kur û keç tê re dibuhirin.
Em bi gotina erebî (kamil an balix) jê re dibêjin –Kamil bi wateya tekûz tê- û –Balix bi wateya gihiştî tê- Gotina Balix anko gihihişt temenê ko dikare zayendiyê bike, û ev aliyek ji sîpetiyê ye. Lê sîpetî nayê wateya tekûzî ye. Sîpetî di pêvajoya tekûziya laşî û hem hişmendî de ye.
Kur yê sîpe ji 13-16 salî digihê; ew jî çawa dinase, dema dikeve xewnxweşiyê û heybereke lînc ji endamê wî derdikeve, avik jê re tê gotin.
Xewnxweşî çi ye: Rewşeke xweristî ye, sîpe (keç an kur) her du xewnxweşiyê dibînin.
Sîpe di xewnê de dikeve hêçbûna zayendî ko ew û yek ji zayendê hember wî/wê bi hev re xweşiyê dikin. Kur, bi xewnxweşiyê bi xwe jî digihê bilindiya germahiya zayendîtiyê (Orgasim); ev xweşiya ha kîsikên avikê gij dike û avik bi germî pê re ji endamê wî derdikeve.
Ji bo keçikê, eger xewnxweşî pê re çêbû (helbet gelekî kêm çêdibe) rêjikeke reng zer derdikeve û carina jî di organ de dimîne. Bê guman tirs ji xewnxweşiyê nîne û gelek carî jî bi kirayara sîpe (ne tenê di xewnê de) bi dest an bi firkandinê jî dibe. Wê hingê lixwexweşî jê re tê gotin.
Qonaxên sîpetiyê:
1 – Qonaxa sîpetiyê a yekem (11-14 salî) di vir de pir guherînên biyolojî (Biology) bi lezgînî dibin.
2- Qonaxa sîpetiyê a navîn (14-18 salî) ew jî berdewamiya guherînên biyolojî ye, heta tekûzî û gihiştinê ye.
3- Qonaxa sîpetiya derengmayî (18-21) hin hene di vê qonaxê de gihiştina wan ya durv û asta têgihiştinê tekûz dibe.
Gihiştina zayendî: Li bal mêyê (9-13 salî) bi hatina xwîna mehê diyar dibe û li bal nêr jî qebareya gunên wî mezin dibe (14-15 salî) avêtina avikê dest pê dike.
Nîşandekên destpêka sîpetiyê:
Di gihiştina destpêka sîpetiyê de guherînên laş, zayend û yên derûnî dest pê dikin.
1- Guherînên laşî: Tilmên paşiyê yên keçikê pehintir dibin, keçik di vê qonaxê de ji kuran mezintir xuya dibin. Nav milên xort pehin dibe û lingê wî (paq) dirêjtir dibin.
2- Guherînên zayendî: Xwînmeh li bal keçikê dest pê dike, û ne pêdivî ye ko guherînên din mîna porê bin çeng an geşbûna pêsîran di heman çaxî de bibe. Têveliyên evan guherînan ji keçikekê heta ya din cêwaz in. Lê her wê bandor li pêsîran bibe, mîna xarxarokekê serê çiçikê bel û hin êşê jî peyda dike, lê ev jî xweristî ye, hin bi hin pêsîr ji bo giloverbûnê amade dibin.
Li bal kuran nîşandeka herî diyar, qebareya gun e, mezintir dibe, carina jî mû zû li dora endamê nêr çêdibe anko berzik dest bi derketinê dike. Û endamê nêr bi xwe jî hin bi hin mezin dibe.
Ji hêla dengî ve jî, dengê her du zayendan bervajî hev dibe, yê nêr deng qalind û ya mê deng ziravtir dibe.
3- Guherînên derûnî: Teqlebûna gêvila wan pêwendî bi hin tirs û guherînên nû ve heye. Hatina xwîna mehê li bal mêyê, geh tirs, nişkaveyî, û geh bêzarî an jî kêfxweşiyê çêdike. Herweha avêtina avikê li bal kurik tiştekî nû ye û ew jî di matmayînê de dimîne.
Sîpetî di navbera guhdan û neguhdanê de:
Zanyar û pisporên derûnî û perwerdeyê, gelekî balê dikişînin ser guhdan û danûstandina di navbera dê, bav û sîpeyan de, hevaltiya bi tihin û fêrkirina rastiyê, divê dê û bav ji zarokên xwe re palpişt bin. Bav dikare alîkariyê di çareserkirina hin pirsgirêkên ko sîpe ji wan bi tirsin bike; herweha dê jî dikare hevala keça xwe a sîpe bibe. Û hîç ne arîşe ye ko dê û bav digel hev bi keç û kurê xwe re rûnên û li hevûdu guhdarî bikin. Çi gava bawerî di danûstandinê de çêbû, ewê hingê kur û keça sîpe aramiyê dibînin; bê dudilî ewê karibin rewş û girêkên xwe li ber dê û bavê xwe veçirînin.
Di vir de em dikarin bibêjin, ko me gava pêşî avêt û me da ser rêkeke zanistî ji perwerdeyê.
Tiştê herî giring, divê tucarî hevaltî di navbera dê, bav û zarokan de têk neçe. Bila sînorên rêzê jî neyine hilweşandin û pira baweriyê jî herdem eşkere û dûz be.
Bi piranî keç an kur di vî temenî de xwe mezin dibîne, û ji xwe gelekî behwer dike ko (kur) bûye zilam an (keç) bûye jin. Giring e ev dîtina wan neyê vegirtin û red nebe. Gerek em jî li gora vê nerîna wî/wê digel biçin û di navberê re jî em bi hevaltî nerîna xwe ji wan re şirove bikin.
Sîpeyê kur di civaka me de bi têkiliyên dora xwe gelekî bandor dibe, kolan kartêkirineke neyênî lê dike, giring e em ha ji peywendiya wî bi hevalên nebaş re hebin.
Gêvila sîpeyan: Li vir bi mebesta çêjeya sîpe ya xwarin û vexwarinê ye; çimkî gelek carî gêvila wî teqle ye. Bi piraniya zarokan di vî temenî de li dibistanê dixun. Sîpe gelekî ji vexwarinên ko gaz di wan de heye mîna -Pepsi, Coka Cola û Seven Up- û hem xwarinên lezok hez dikin; dixun û vedixun. Ev jî dihêle gêvila sîpe teqle û guherîn tê de çêbibe.
Di danûstandina min de bi hin dê û bavên sîpeyan re, gelek ji wan dibêjin kur an keça me kêm avê divexwe; herdem Pepci çêtir dibîne. Malbata Pepci yên ko vexwarinên gazî ji wan re tê gotin, di hevûdudaniya wan de Tirşoka fosforê (Phosphoric Acid H3PO4) heye, ev heybereke zehf ji heybera kalisyom(Calcium) hez dike. Dema Tişoka fosforê dikeve laş de, yekser li cihê ko kalisyom tê de heye (mîna hestiyan) xwe lê digire. Tirşoka fosforê, kalisyom dimêje û bi demê re tenikiya hestiyan çêdike. Ji lew ra çi dê û bavên ko bi vê yekê nizanin, giring e em wan hişyar bikin.
Bila zarok û hem sîpeyên xwe dûrî vexwarina Pêpsî (Pepci) û malbata wê bikin.
Ji bo zanînê ev şîreta ha ji jina avis re ye jî, çimkî di çaxê avisbûna xwe de ew û bêbîka ko di zikê wê de ye, pêdiviya wan bi xwarinên tije kalisyom, mîna (şîr, hêk, mast, masî, hingivê reş, fûl, bamya, tolik û gelek keskayiyên din) heye.
Rûniştina zarok û sîpeyan li ber komputer û televizyonê a pir ew jî wan ji tihna rokê bêpar dike. Gerek dê û bav ha ji vê yekê hebin û berê zarokan bidin sporê, hem jî di rojê de bi kêmanî demjimêrekê rokê bibînin.
Têbînî: Xwarinên lezok bi piranî bi bez, nîvişkê çêkirî û rûn têne amadekirin; anko ji heyberên germiyê tije ne, ew jî dibin sedema qelewbûna zarokan û ev diyarde gelekî di nav zarokên Ewropa, Amerîka û welatên zengîn de diyar e.
Amadekirina derûnî ya zarokên ko ber bi sîpetiyê ve diçin: Dema zarok nêzîkayiyê li sîpetiyê dike, çi ji me wek bav û dê tê xwestin?
Piranî dê û bav di civaka me de pira şermê naşikînin. Hin hene hewl jî nadin ko di navbera xwe û zarokên xwe de evan mijaran gengeşe bikin. Pîvan û dûrî dikeve navbera kur û bav, dê û keçikê de û ne tenê wisan jî, belê di gelek malan de dê an bav bi seba qalindiya dengê kur û pir xewiya keçikê di destpêka sîpetiyê de qerf û tinazên xwe bi wan dikin.
Bê guman ev kirdeya ha şerm û tirsê li bal sîpe pir dike. Di evê rewşê de sîpe bi tenahiya xwe hest dibe û hez dike ko xwe dûrî dê û bavê xwe yên ko bêguhdan in bike. Taybetî kur berê xwe didin derve û hevalên kolan an dibistanê, û roj bi roj valahî di navbera wî û malê de çêdibe.
Gava her yek ji me di ezmûneya xwe a taybet (bi dê û bavê xwe re) birame bi piranî bandora neguhdan û tinazên wan û civakê li me bûye.
Ji lew ra giring e, ko em evê bi serê zarokên xwe de neyinin; bila em hinek ji dembuhiriya rojane ji bo perwerdeya wan terxan bikin. Gava em civakeke serbest û bê girêk bixwazin, pêdiviya me bi eşkerekirina mijaran di malê bi xwe de heye. Eger em mala xwe bikin dibistan, pêwîstiya zarokên me bi dibistana kolanê namîne.
Çend têbînî:
1- Ev babet berfirh e, gelek aliyên din pê ve girêdayî hene, ji ber wilo nivîseke wisan kurt babetê têr nake.
2- Peyva- Sîpe– di hin devokan de wateyine din dide û li ya kurmancî bi xwe jî “Sîpe” ji kur re tê gotin. Lê min dît “ Sîpetî” weke nav li vê qonaxê bibe, çi keç an kur wê ne arîşe be û min wateyên din jî pê re beranber kirin, ev ji hemiyan sezaye û lihevhatîtir e.
3- Eger rexne û têbînî ji hêla hinan ve hebin; dîsan bi sîngeke fireh ez dê bipejirînim.
Jêder:
-Jiyana me ya zayendî
-Tenduristiya te
-Sîpetî qonax û arîşe
Avestakurd
Amadekirin: Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com