Qublenameya bêdengiyê

  Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

“Di nav tiştên ku hatine nivîsandin de, ji nivîsara ku mirovan ew bi xwîna xwe nivîsandiye hezdikim. Bi xwîna xwe binivîsîne: tu yê bizanibî ku çawan xwîn giyan e.
Nîtşe (Friedrich Nietzsche)”

Bi salan e ku demsalên vê bêdengiyê li asîtankên hişên xwe digerin, li cejnên giriyê min û li bejnên mirinên min digerin, li te û li çavkaniyên poşmaniya te digerin û dawiya dawî ber bi hawara goristanên bêdeng ên koçberiya bêdeng a xewna bêdeng a ji nifirên bêdeng, bazdidin…
Bi salan e, xewnên xwe ji pûnga xwîna xwe dirêsim, xewnên xwe di guldankên birîna xwe avdidim, pirsên xwe yên di çeşnê keservedanê de ji maka vî zimanê lalbûyî ji dayik dikim, çurîskên xwe li ser keviya zimanê xwe vedimirînim û bahozên xwe hêjayî rexên te yên ji gazin û yên ji xatirxwestinê dibînim.
Lê tu hergav min hêjayî sirûdên seferê û hêjayî bêrîkirina gawirane  dibînî!

Melevanên dilê xwe yên ji çûk û kefên deryayê radestî bagerên qederê dikim, keştiyên derengmayî yên parzemînên derengmayî, yeko yeko, bi destên pêlan û bi guleyên şînîgiriya xwe dikujim û ji xwe ber bi ewrên zîvperest ên tenhatiya xwe ve direvim.

Dilê nivîsandinê di nav destên min de dilerizî, tîpan dest bi kalînê dikirin û ji min re digotin; de dest ji xunava êşê berde û min di nermika destê xwe de; rojçêbûna xwe ya ji sosretan, jiyan û mirina xwe, ketin û rabûna xwe, tenhatî û pirbûna xwe, lawazî û xurtbûna xwe, bêzarî û bêziraviya xwe dixwend!

Çûkên tolaz ên Amûda ji genimê serhişk; ji hêlînên darbest û kerkeran, dihatin, bi elindê re dikeniyan, bi tavsorkê re digiriyan û çîveçîvên xwe li ser lêvên min dihiştin, wek limiştan diçûn, di esmanê laşê min difiriyan!
kildanka diya min di sînga min de diteqiya, pore te yê ji tirsê li ser ferhenga min direqisî; ha ji xwe nebûm, min tenê navê te ji şervanan re, ji karwanan re, ji nexşeyan re, ji welatan û ji barana mirina xwe re digot, lê tu ji evînê bawer nakî!
Tu ji evînê têr nabî!

Tu sertaca ji birûskan û sertaca ji rengê xwîna min î Rono!
Tu çinara goristanên min û babelîska hişê min î Rono!
Rondikên xwe bi ser eniya min de bibarîne, giyanê min zeft bike, di guhên şevistana min de bibêje: tu çima wek stêrkan bi ser zeviyên hinarkên min ve dirijî?
Ma ne min ji te re gotibû ku, dilê xwe radestî bagerên qederê dikim, keştiyên xewnê yeko yeko bi destên pêlan û bi guleyên şînîgiriya xwe dikujim û ji xwe ber bi ewrên derengmayî yên tenhatiya xwe ve direvim.

Min xwe li ber destê te, di gumanên te de, di bêbextî û dilreqiya te de dûbare dikir, min ji xwe re bersivên kelê û qublenameya kêlan amade dikir, lê min bi tenê hetanî ku dimirim jî ji te hez dikir!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…