Di roja 10. 09. 2009 an de salek di ser derketina Mersûm 49 re derbasdibe. Ji Birukselê heta Qamişlo, ji Şamê heta Berlînê, bi hemû awayan, Kurdan derxistina vî Mersûmê nijadperest şermezarkir û hîna jî meş û pirotestoyên Kurdan berdewamin.
Naveroka Mersûm 49: Çavdêrên Kurd bi derketina vî mersûmî re şîroveyên balkêş dan. yek ji wan şîroveyan ew e ku ev mersûm tolhildana desthilatdariya Şamê ji serhildana Kurdan ya 12 Adara 2004 an. Rêjîm bi hemû hêzên xwe yên istixbaratan ve, li hember hêrsa Kurdan ya ku di Adara 2004 an de teqiyabû, bêçare mabû. Kurdan peykerê Hafiz Elesed hilweşandin û bi awayekî girseyî mîna yek destî li seranserê rojavayê Kurdistanê û hetanî bi Şamê dîwarê tirsa çil salî hilweşandibûn. Derxistina Mersûm 49 jî mîna şêweyekî ji şêweyên siyaseta feqîrkirin û hewldana sertewandin û bêçarekirina Kurdan hate destnîşankirin. Gava mirov rewşa jiyana Kurdan li Rojava û li Sûriyê bizanibe, wê ev nirxandina derbasbûyî hinekî din ji rastiyê ve, nêzîk bê dîtin. Ji ber paşguhkirina herêmên Kurdan, ew herêm bê pîşsazî û pêşketin man. Ji sedî sedên xelkên Kurd jiyana xwe ya aborî di riya erd, çandinî, mal û milk, eqar û karûbarên girêdayî cotkarî û çandiniyê. Sala ku baran jî neyê, perîşanîya ku digihêje asta birçîbûnê dibe para Kurdên rojava. Zuhabûna siyaseta dewletê dikeve ser zuhabûna erd û ezmanên wan û her kes feqîr û bê çare dimîne. Bi kurtayî, pûçkirina tevgera kirîn û firotina erdan, ya avakirinê û herwisa tê wateya pûçkirina aboriya herêmê û dibe sedema birçîkirin, koçberkirin û xeniqandina xelkên Kurd. Di vê çaçovê de, vî mersûmî derbeke mezin li aboriya „herêmên sînor“ anku yên Kurdan xist û encamên wê roj bi roj xwe di koçkirin, perîşankirin, mirin, belengazkirin û qirkirina „xelkên herêmên sînor“ didin der.
Her çendî deqê fermî yê mersûm bi awayekî xapînok û nermik hatiye honandin, lê dîsa jî diyare bê çiqasî tirsake û ligor pêkanîna armancin dûr hatiye derxistin. Ji no em li hewa neaxifin, me deqê resen yê Mersûm 49 yê ku di çapemeniya Kurdî jî belavbibû kêm zêde wergerand ser zimanê Kurdî.
Wergera Mersûm 49 ya Kurdî:
„Mohra“ wezareta Dadê
Dîwan
Hejmar: 13166
………………………..
Komara Erebî ya Sûrî
Mersûmê rêbazker, hejmar (49)
Serokomar
Ev bendên jêrîn pala xwe didin destûrê bingehîn.
Bend(1)
Ev bendên jêrîn ji yasaya hejmar (41) ya 26. 10. 2004 an, bi vî awayî, têne guhertin:
Bendê yekê:
1- Bi ti awayî, bêyî destûrwergirtinê(ruxset), nabe ku avahiyek yan jî erdek, eqarek ji herêmên sînor bê avakirin yan bê veguheztin yan jî bê bidestxistin û ji hêla kesan yan „dezgehan“ ve, zêdeyî sê salan, bê bikaranîn.
Bendê çaran:
A- Her doza girêdayî bicihkirina mafekî ji mafên ku di bendê yekê de hene û nîşanên wan nayêne danîn, li xwediyên xwe vedigerin, eger destûrwergirtin ne di nav dosyeya girêdayî wê dozê debe. Herwisa divê hemû agahiyên di bendê 31ê de ji biryara 186 an ya sala 1926 an liber çavan bêne girtin.
B- Divê hemû biryarên girêdayî karên dozgeran yên di derbarê destnîşankirin û binavkirina eqarên herêmên sînor bêne pêkanîn û di dosyeyên taybet yên eqaran de bêne tomarkirin. Divê di tomarkirinê de bê bicihkirin ku, tenê piştî destûrwergirtinê, dikare peymangirêdanek yan jî pêkanîna peymanekê di nav aliyan de, bê holê.
Bendê pêncan:
Hemû kiryarên girêdayî jidestderxistina bizorê ya eqarên herêmên sînor ku derdorên girêdayî wezareta Dadê, di rêya mazata eşkere re, pêktînin, girêdayî dana wê destûrwergirtina destnîşankirîne. Eger kesê ku eqar di mazatê de bidestxistiye wê destûrwergitinê bidestnexîne, divê ew eqar careke din di riya mazata eşkere re bê firotin.
Bendê şeşan:
Eger sê meh di ser bidestxistin yan kirêkirin yan jî bikaranîna wî eqarê herêma sînor re derbasbûn û daxwaznameya destûrwergirtinê ji aliyên têkildar re nehate pêşkêşkirin, bi her awayî bikaranîna wî eqarî tê rawestandin.
Bendê heftan:
A- Di dema bidestxistin yan kirêkirin yan jî bikaranîna eqarê herêma sînor de, ku divê sê salan derbas neke, divê ew kes – xwediyê eqar – ligor dema di bendê şeşan yê vê yasayê de hatiye destnîşankirin, aliyê birêveberî cihê eqar agahdar bike.
B- Mafê ti kesî tuneye ku di riya mîratgiriyê – mîras- re eqarekî herêma sînor bidestbixe, veguhêze yan jî bikarbîne bêyî agahdarkirina aliyê têkildar, yê ku di bendê berê de hatiye destnîşankirin.
c- Ew kesê ku cotkarekî, karkerekî yan jî pisporekî di cihên têkildarî mijara vê yasayê re bide xebitandin, divê ku di derbarê hemû aliyên girêdayî vê xebitandinê de, aliyên birêveberî têkildar agahdar bike.
Bendê dehan:
Ev yasa di van xalan de nayê pêkanîn:
1- Dema mafê bidestxistin, kirêkirin yan jî bikaranîna eqar yê aliyekî giştî be.
2- Muameleyên dabeşkirinê û sererastkirinê.
Bend(2)
Her deqê dijî vî „mersûmê rêbazker“ tê rawestandin.
Bend(3)
Ev mersûmê rêbazker di rojnameya fermî de tê weşandin.
Dîmeşq 10. 09. 1429 – 10. 09. 2008 Z.
Serokomar
Beşar Elesed
Imze
…………
10. 09. 2008 daneyek ji bo wezareta Dadê tê şandin.
11. 09. 2008 ji bo hemû dozgerên birêz tê şandin- wezîrê Dadê: dozger Mihemed Elxefrî.
……………………jêdera deqê resenî erebî soparo.com………..
Çend têbîniyên şîroveyî:
– Di Mersûm de herêmên sînor dubare dibe, parêzgeha Hesekê bi temamî weke herêmeke sînor hatiye destnîşankirin.
– Wekî din, agahdarkirin û destûrwergirtina ji aliyên birêveber û têkildar tê dubarekirin. Ji bilî wezareta çandiniyê, wezareta parastinê û wezareta karê hundir …di rastiyê de, hemû daxwazname diçin ber destên hêzên ewlekariyê û istixbaratan.
Palpişteke dîrokî: Ev Mersûm ji ku hat?
Cara yekem ku mersûm ji bo berbendkirin û qeydkirina erd û eqarên herêmên sînor zêdeyî sê salan derket, mersûm 193 yê sala 1952 an bû . Sedemên derketina wî mersûmî di van xalan de hatibûn destnîşankirin:
– Rê li ber wan kesên gumanbar bêne girtin yên ku erdên herêmên sînor bidestdixînin û tê de bicihdibin.
-parastina ewlekariya dewletê.
– misogerkirina aramî û ewlekariya herêmên sînor.
Di vî mersûmî de bi berfirehî bahsa awayê destûrwergirtinê tê kirin. Daxwazname ji bo wezareta çandiniyê tê şandin, ew jî piştî pêşniyazê dişîne wezareta parastinê, piştî erêkirinê, ew jî dişîne wezareta karê hundir, piştî lêkolînê, ew jî dişîne ber destên hêzên ewlekariyê-istixbaratan-. Piştî wê yan wezîr wê red bike û bi redkirinê re tucarî nema tê pejirandin, yan jî wê destûrwerigtinê bide xwediyê daxwaznamê. Wekî ku xuyaye wê ti daxwazname, nexasim ku xwediyê wê Kurd be, neyê pejirandin. Ev mersûm bi mersûmê 41 yê ku di 26. 10. 2004 an de derket, hate ibtalkirin. Lê, ev mersûmê nû hinekî din ji yê berî xwe sertir bû û cezayê kesê ku li dijî pêkanîna vî mersûmî derkeve bi du sal girtîgeh û 100 hezar lîreyên Sûrî detnîşankir. Di demekê de ku hemû xelk li benda rawestandin û jiholêrakirina van mersûman bûn, serokê rêjîma Sûriyê Mersûm 49 derxist û pêre jî hêviya birina jiyana aborî ya Kurdan ber bi başiyê de li ber avê çû. Nexasim ku bi sedhezaran Kurdên bênasname di bin xeta birçîbûnê de dijîn. Ji bilî ku rêjîma Sûriyê di riya pêkanîna siyaseta kembera Erebî re dest danîbû ser erd û eqarên Kurdan û dabûn Erebên ku ew ji herêmên wan rakirin û ew li herêmên Kurdan bicihkirin. Destûrê Sûriyê yê niha ji sala 1973 an de ligor kirasê partiya Baas hatiye danîn û wisa jî tê pêkanîn. Di bendê şeşan de ji destûrê bingehîn hatiye bicihkirin ku Partiya Baas birêveberiya civak û dewletê dike. Bêguman destûrekî weha ku mafê birêveberiya siyasî li civak û dewletê ji bo partiyeke siyasî misoger dike, wê li ti deverên cîhanê neyê dîtin.
Salvegera Mersûm 49:
Îsal, di 10. 09. 2009 an de, di heman roja derketina Mersûm 49 de, wê Kurd, vî mersûmî şermezarbikin, di bin siya wê baweriyê de, ku ev mersûm beşeke ji siyaseteke pilankirî ya rêjîma Sûriyêye. Rêjîma ku yek armanc liberxwe daniye û ji bo pêkanîna wê, her tiştê ku jidestên wê derdikeve, dike. Armanc, her çendî şêwe û metod cudabin jî, jiholêrakirin û qirkirina Kurdaye.
………….
Jêder: Rûdaw: hejmar 10. roj: 08.09. 2009