Kesrayê Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike

   Berî hatina xwe a bajarê Qamişlo bi dawî bîne, kurê seydayê Cegerxwîn yê mezin mamoste Kesrayê Cegerxwîn (Keyo), tirba bavê xwe restore û spî kir û bi helkeftina ku îsal 25 salan di ser koçkirina bavê wî re derbas dibe, di roja 30/08/2009 an de, di gel kebaniya xwe û çend neferan ji malbatê; Zibêrê Mele Xelîl( biraziyê Cegerxwîn, ku ji sala 1979 an de li Swêd dimîne), Muwefeq Saadî( neviyê Cegerxwîn, ji keça wî Sînem), mamoste Îsamê Mele mihemedê beyandûrî( xezûrê Kesra) û di gel wan nivîskarê kurd Konê Reş, bi çûneke taybet, çûn serdana gora helbestvanê netewî Cegerxwîn û gurzek gul li ser gora wî danîn.. 
   Bi danîna gurzê gulan re, mamoste Kesrayê Cegerxwîn wiha got: Ez spasiya xelkên Qamişlo dikim, bi hêvî me ku ew daxwazên bavê min ji tev xelkên Qamişlo re bi zûtirîn dem pêk werin.. Xort û keç bi serbestî herin serdana gora Seyda.. Û ez spasiya wan kesên kurdistanî dikim, ewên ji dûr têne Qamişlo û diçin serdana gora bavê min.. Gul û kulîlkan li ser gora wî datînin.. Em gulên wan û şopa wan dibînin, bijî ji wefadariya wan re…
   Hêjaye gotinê ku herdu kurên seydayê Cegerxwîn; Kesra û Azad li Swêd dimînin. Kesra ji sala 1979 an de, bi malitî, jiyana xwe li wir derbas dike.. Azad jî ji sala 1982 an de li Swêd e.
Ev hatina Kesra a Qamişlo, bêriya welat e, bêriya dost, heval û hogira ye, bêriya gora seydayê Cegerxwîn e..
Kesrayê ku Seydayê Cegerxwîn li ser wiha gitiye:
Adar e adar e newroz û bihar e
Adara rengîn e, dem û banga jîn e
Seyda xweş rêzan e, Keyo borîzan e..

   Ev 25 sal e ku seydayê Cegerxwîn koça dawî kiriye. Ew di roja 22/10/1984 an de li Stokholimê çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser wesyeta wî, ku wî li bajarê Qamişlo, di hewşa mala wî de veşêrin, hevalên wî, yên rêxistina PDPKS, wesyeta wî bi cî anîn û ew di roja 05/11/1984 an de, bi beşdarbûna cemawerekî zor zexim ji kurdistaniyan, ew di hewşa mala wî de veşartin..
   Cegerxwîn; helbestvanê netewî yê ku tev jiyana xwe a bîrewerî di pesnê welatê xwe de xerckiriye; li ser welatê xwe girya ye, Kenya ye û stra ye.. û di dîlana welatê xwe de govend bi germî gerandiye..
   Ew di sala 1903 an li bakurî kurdistanê çêbûye, li her çar peçeyên kurdistanê gerya ye, dawî li Qamişlo akincî bûye.. Lê her pênc salên xwe yên dawî li Stokholmê derbas kirine..
   Em jî bi vê helkeftinê, di vê meha remezanê a pîroz de buhişta rengîn jêre hêvî dikin û oxirek xêrê bo kurê wî mamoste Kesra bi vegera mal li Swêdê dixwazin.

 Konê Reş
Qamişlo, 30/09/2009
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…