Tevgera kurdî..bi binyade û bi roleke dîrokî radibe

  Dîmoqratî *

Her û her şovonist dimînin li ser bikaranîna şêweyê xweyî  naskirî di bi karanîna siyaseta  kevneperestî û nijadperestî li dijî doza kurd, ji ber wê ew berdewame di şerê xwe de li dijî tevgera kurd, di riya tawankirina wê bi tawanên neheq û da wêneyek xerab li ser vê tevgerê pêşkêşî  raya giştî  bike.. û ji dehê salan de tevgera kurdî aramanc bû ji bizavên berdewam da wê lawaz bikin û tevliheviyê û per çebûnê di nava wê bi cih bikin, û gotin belav dikirin bê rawestan ku tevgera kurd ji hev ketiyê û perçebûyî ye …ta gihişte di vê dema dawiyê de gotinin derdikevin holê  ku tevgera kurdî divê tune û bi dawî bibe..! ê ku bi dû hinek nivîsên hinek ji nivîskarokê kurd  keve, wê vedenga van gotinan jê derbixîne.
miletê kurd ê ku ji siyasetên zordestiyê û newekheviyê  gelek êşê dibîne, zane ûbaş nasdike  ku tevgera kurdî  heye, û ew ne bi van şêweyên neyînî ye ê ku dijminên wê li ser dibêje, li vajî wê, ew tevgereke  resene  û rehên xwe berdaye nava civaka kurdî, û hokanên hêz û kar di nava wê de heye, û ew îro perçakî giringe ji tevgera niştimanî û dîmoqratî di tevaya welat de, pêre hevkare di riya program û siyaseteke serdemî  re, ku bi  awa (Ragihandina Dîmeşq) derket, a ku programeke xanedan daxiste holê ji bona guhertina dîmoqratî û aştiyane û bi cih anîna çareseriyeke dadwerî û aştiyane ji bona doza kurd bi cih kir, û avakirina  dewleteke bajarî  hemû nişteciyên civaka Sûrya  têde wekhevbin di maf  û erkên xwe de.
Belê, miro nikare bêje ku tevgera siyasî di Sûrya bobelatê wê tune ne , di nav de jî tevgera kurdî.. û ev bobelat ne nuhin û ne ji nediyarî û valahiyê hatine. û armancê wan bobelata  hatine naskirin, û roj bi dû rojê de nasnameya ew kesên ku wan di afirîne û wan bi kartînin  diyar dibe, û ji ber ku eşkere bûn , em dibînin ku bi demê re hêza wan kesan qels dibe û akama wan kêm dibe, ji ber pisporî û karzanîn a ku li cem xelkê kom bûye li hemberî wan, û zanebûna cemawer gihiştiye astekê ku gelekî zehmete careke din ev şêwe  li ser bêne meşandin.
Ev şêweyên nepak û destgirtin bi siyasetên nijadperestî û belavkirina siloganên nerast û durû ji ber hetikandina wan , îro ro bûne ji kevneşopiyê, û van şêweyan tu tişt bi cih nanîn ji bilî êş û tade a ku bi serê miletê kurd hat û pê tade li tevaya dozên niştimanî di Sûrya de hate kirin…ji ber wê tu rê tune ne ji bilî riya niştimanî û rakirina van  siyasetan û dev jêberdana ji van gotinan..û piştre rastiyeke diyare ku jiyan û pêşketinên wê bi tevayî didin xuyakirin ku dawiya tevgera  miletekî bindest dixwaze zor û sitemê ji ser xwe rake û dîmoqratiyetê bîne cih mîna tevgera kurdî tucarî tune nabe, lê belê bêtir dide xuyan ku ew siyasetên nijadperest û şovînî û kevneperestî ewin ên ku ber bi tunebûnê ve diçin… ji bilî vê jî, ew gotinên hin ji nivîskarokên kurd ku dawiya tevgerê ye, ne tişteke ji bilî hêviyek reşe û diyar dike bê ew di çi rewşa xerab de ne…

* Rojnameka mehane ye partiya Dîmoqratî pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (10) destpêka tîrmehê 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...