Koçbarkirina mîr Celadet Bedir Xan

Siyamend Brahîm

Afrandin razeke ji razên sirûştê ye, zana Li ber vê raza han matmayî man, hişmendî û berzbûna mirovên xwedan  dahênan ku raman û karin nayê bîra kesên din ku p; rabin, ji ber ku ev şîn û vîneke xurt bê hempa divête. Erê ji destpêka nameya kovara Hawarê nerîna wî der mafê zimanên me durr û cewahir ji devê mamoste Celadet derket:

 “Zimanê şertê pêşî ji heyînê ye”.
Belê her sal wekî vê rojê em dilekî xemgîn û şikestî ew bûyera reş û tarî tînin bîra xwe, tînin hiş û wijdanên xwe, ew koçbarkirina mîr Celadet Bedir Xan ya ku cane xwe yê pîroz di bîra Qederê de windakir, û ew boblata mezin ku bi serên gelê kurd rabû, koçbarkirina zimanzan û xwediyê kovara Hawarêderbas bû, ew koçbarkira tracîdî ku li bîra Qederî qewimî, bi vê koçkirina ha milletê kurd yek ji zimanzanê gelê kurd winda kir, Celadet ew kesayetiya ku kêm li dîroka me Kurdan wekî wî tê, Apo Osman Sebrî ji min re digote, Di warê xebata zimanê  kurdî de xêra Celadet ser pir bi nirx û buhaye û cihê rêzdarî û serbilindahiyê ye.
Celadet Bedir Xan stûna zimanên kurdî, mirovê xwedan derûneke hesan, zanayê çerxa bîstan, Celadet ew mînakekî ji zanebûn, dûrî oflazî, û payetiya kesayetiya mirovê xwe dibînin, nemir Osman Sebrî ji min re digote:
Gava Celadet wateya gotineke kurdî nizanîbû, digote Ez nizanim”
Bawer bike ku tu caran tu ji hiş û dil û wijdanên me naçe, her û her tu yê sombola ala zanîn û zanistiya dîroka mey ya ku sitemkaran qurmiçandin, û di her kêlîkê de em tune bikin. Lê vaye bi sedan xort û keç li dûv şopa te diçin û di her warê ziman û rêziman de dixebitin.
 Silav, pat û rêzdarî ji hemû pêşengên pêşî re ku ji bona zimanên kurdî ji dil û can xebitîn.
Ev wêne û gotinên ku li Şamê bi sezaya koçbarkirina pêşî li mala Husên Îbêş hat li dar xistin, û birrek ji kesên kurd , Filistînî, Lubnanê beşdar bûne û bi zimanên Erebî û Ferensî gotin xwendin, ez van gotin û wêneyan pêşkêşî xwendevanên Kurdan dikim.
…………………….
Qamişlo 15  7 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…