Ronahiyek li ser rewşa gurûpên rewşenbîrî

 

B.QASIM

     Di van çend salên bûrîde ,diyardek têkilî di navbera rewşenbîr û nivîskarên kurd de çêdibê,carna binavê rêxistin tête gotin, û carna binavê komît, yanjî di bin nave hevgirtin û girûpande.
di dawiya sala bûrîde, yanjî di destpêka sala 2005 de ,daxwazek ji hin endamê van komîta ku ev rûniştin ango ev komît hemî li ser hev bibin rêxistin,yan bibin hevgirtinên azad û serbixwe

.

merema min ez li ser hin daxazên van endamê va komîtan rawestim û nêrîna xwe bidim xwiyakirn , û rexnek sivik li nêrînên wa bikim .
eger ev komît,bibê rêxistin, dibin çi navîde bêt, helbet pêdiviye, go sistemek navxoyî jêre bête danîn .
damezrandina halo piroje ez pê nebawerim, go ev rêxistin xwe tevlî bûyerên ramyarî û abûrî nekê , heger wek dibêjin hin ji andamên van girûpan ,( karê me nekarek ramyariye em xwe tevlî vê bûyerê nakin ,karê me girêdaye bi wêje , rewşenbîr, filoklor û mêjowa  kurdiye) ez dibînim ku ev gotin ,dûrî bîr û bawerên mine,tirsa min ewe go ev endamên van gurûpan ji berî neha nekarîbûn barê ramyarî hilgirin ji ber hin bûyeran .û refek dî ji van girûpa, wesa nabêjin , didin xwiyakirin ,ku karê wan ne tenê ,wêje û rewşenbîre, belê ramyarî û civakiye, carna abûriye.
Ez dibînim hin neronahî di navbera wan heye, beşê duyê ji wan, endam û kadirin di partiyande, lewra ez dibînim , herwekî ku cidayîk heye dinavbera siyaseta partiyê mede, ez bawerim herweha ,dengvedanek wê çêbibê dinav endamên girûpêde û çareser nabê ev nexweşî , kû bibêt rêxistin .
Her go ev nedaxwaza mine, û ez jê bitirsim ,kû ev buyer bibin sedema nehîna wesa komît , kû neşê em bingihek aza jêre deyînin .
Birastî ez çi çareseriyê jêre nabînim , çimkî ez bixwe wek, yanjî kêmî hemû endamên van têkiliyan , me ew asoyên hewqa bilind nînin, û çi ekadimiyên rojnamenûs yan hozane û ekarnus peyîda nebûne, di nêrîna minde , belê em dikarin hewqas liser vê babetê nerawestin , çimkî dijminatiyek dîrokî li hember me kurd heye ji layê dijminve . û heger pêşketinek çêbûye di dawiya van salande , ji hindirê partîtiyê derneketiye, heger carna xwe ji ser sînorê rêxistinên kurdî hilavêtiye , ez bawerim kû ev bûyer ji ber kû  cîhan ketiye di hindirê hemî malande ewjî saye serê tiknolociya cîhangerî û ragehandinêye .
     Ev diyardên ( KOMÎT-TEVGER-GIRÛP- HEVGIRTIN ) dupat dikê kû partiyên kurd ,nikarîbûn erkê wêjeyî, rewşenbîrî û rojnameyî, ayîndek baş jêre bibînin, tirsa min ewe ya herî mezin kû ev endamên me yên van diyardan , rexnên giran bikin li tevgera kurdî û kurdiustanî, bibêt bingih û binaxek arîşe û kînek mezin…di virda ez dibînim wê ji hemî endaman bête xwestin yanjî bibêt mercek gerekî dijîtiya tevgera kurdî, ez vê tiştê dibêjim çimkî ez pê agihdarim, kû ev diyarde xwe dibînê li ser partiyanre.
Mixbin ez vê tiştê didim xwiya kirin , herwekî dixwazim şaşbim divê nêrîna xwede,çimkî damezrandina halo piroje, karek zor sext û rence, herwekî pêdiviye,berçavkirina çarenosa netewa gelê meyê bindest û perîşan , ne tenê em li ser bingihê bav û bapîran,çîrokên rovî, gur û maran binvîsînin, ne tenê helbest, dîrok û serhildanan,mêraniya sedê salan şirovekin , .

hemî gelê cîhanê xweyî dîrok û wêje û filoklorin….h.d . kes nikarê berhemê gelê me wenda bikê, lê ya herî mezin îro tête xwestin ,ji hemî rewşenbîr, zanyar û nivîskarên me, di pêşde vî çerxê cîhangerîde, têkilîyên rewşenî, pêre çêbikin, ji sînorên şûn û paşde mayî xwe ser pêngav bikin .
Çiqas gilih û gazin ji tevgera ramyarî hebin, ev diyrdên nû nebin kelem di pêşiya erkê pîroz yê di xizmeta qortal kirina gelê mede .
Gelî xwendevanên hêja , bernekevin kû ez dijî yekîtîk hebê binavê nivîskar û rewşenbîrên kurd, qasî ku ji berî çendê salan ez bixwe yek ji wan xortên kû dixwestin ,karek rewşenî li ŞAMÊ damezrênin , lê mixabin em ne hewqas têgihiştîbûn , lewra em biser gelek rexn û pêvedanan û bûyeran rast hatin ……
Birastî handera min em gelek şaşî û hele ji holê bavêjin , da em nekevin gerrek bê binî û bê qizinc .
Qortal kirina damezrandina halo komît ,yan dibin çi navîde werê , yarmetîk ,alîkarî û piştgirî jêre nebê , ez bawerim ev koşeş û hewldan ,ewjî wê çênebê , û naçê serî , yanjî wê bibêt partiyek nû birengek bê ser û bin . ,xama( pênivîs) kû xwe tevlî koçê şarezayî û avdanetî  nekê, xama kû xwe tevlî , piştgirî û pişikdariya doza gelê xwe nekê, û daxwaza mafê gelê xwe nekê , biserfirazî û bilîmet , ew xama tirsonek ya dibêjê , em komît yan em girûp serbixwe û azadin , hîn ez agedar nebûme kû kesekê kurd di vî welatîde hatiye azad kirin û serbixwebûyî .. ?  ez dibêjim ,jêre zûye bila bimînê razayî û raketî û bila rawestê ta pirsgirêka gelê kurd çareserbêt . 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…