Helbestên (çengên te ez bi firê xistim)

  Yasîn Hisên -Amûdê

Piştî dûr bûneke kûr û dirêj, û piştî kûrbûnekê dûdirêj ji xerîbiyê û geryanê, Abdulkadir Mûsa helbestên xwe bi bihneke teng avêtin ser rûpelan, û bi bihn tengiyek bê hempa ew di pirtûka xwe de ( Çengên te ez bi fire xistim) li hev kom kirin. Ku her helbestek ji helbestên vê pirtûkê nîşana ne tebata wî ye mîna helbestvanekî ji zarotiya xwe de di nava helbesta de dijiya, û bi helbestî di girnijî û bi helbestî silav dikir û bi tenikiya dilê helbestvanekî jî çavê xwe digirtin li benda suhtina xwe di westiya da bê dawî bijî, çiku suhtin, suhtina giyanekî ku ne bi helbestê be na hedine, û wisa A.Mûsa hestên xwe ber bi jor ve difirîne, di şikeftikên esman de, û wan vedigerîne şevên ronî li erdê da bibin helbest û di dawiya her helbestekê de mina stêrkan biçirisin.

Dimrim
Ji bo te ha…,ma te hay jê heye?
can disojim, da ronîbikim koşeyekê ji taristana te
û hemû derdorên me pifdikin..!
û yek jî nabêje ” Hella” û xwe disojim, ha…
da pitikek ji ariya canê min, bi ber bê re,
têkeve çav û pozê bênamûsan!
xwe disojim
ta…
bê dawî…
bi…jî..m…
R(19)
Her ariya canê helbestvan, û helbest pozê bênamûsan herdem dişewitîne, û wisa nameya vê helbestê dergehê rola helbestê di civakê de ber fireh vedike, di dema ku çavê bênamûsan ji mal û milkê dunyayê têr û bar nabe, divê ku helbest pozê wan bênamûsan bi şewitîne. û mebest ji gotina (bênamûsan) gelek wateyên wê hene divê helbestê de , ewin ên ku hiştine helbestvan dûrî dilopek ava ji mizgefta mezin bikeve, û ewin ên ku tayek Endeko lê kirin bi hesret, û ewin ên ku ew dûrî zarokên bajarê wî xistine…lê helbestvan her bi sirûdên dibistana re, sirûda Dayikê bi ba re li rûçikên wan dixîne.. û her tiliyek wî dibe heyvek, di dema nivîsa helbestên de wan li hev kom dike, da bi hêminî xilmaş bibe. Bi wêneyek helbestî dagirtî ji wateyan A. Mûsa ji dema girtina wî ji nivîsokê re, hasten xwe bi tiliyên xwe şirove dike:

Deh heyvên ji destên min daliqiyayî
Ji nav haw-haw ketî, dişemitin…
Ji esmanê lepê min,
Ji germa xwêdanê, xwêdana destekî werivî,
di evîna tiliyên bilyayî bi helbesteke şikestî re
ku xwe ber hev dike, xwe yek dike ..
da xwe diyarî sêngekê bike
û di bin çengekî de xilmaş bibe.

R(25)
Her diyare ku babeta sereke ji helbestên vê pirtûkê re evîne, lê evîna çi û ne çi? Evîna yareke kevn ûyareke nuh û yarên ku hîna di wê di nava rêzên helbesta de çav li rê ye, evîna warê wî, evîna helbestên Ehmed Arif û tabloyên Seîd Rêzanî…û cizbûn û nifreta wî ji gotina (na) re. û her canê wî ji evînê zuha nabe:

Carekê biryar da, ku dest jê berde,
herdû destên xwe
herdû destên xwe…
diyarî wê kirin

R(40)
Di helbesta (malavahiya gulistaneke sax) de, A.Mûsa ew riyên dirêj di navbera şermola(Amûdê) û Bonnê de, teng  û kin dike, me bi xwe re dibe nava berfa du welatên dûr, yek li rojhilat û yek li rojava, mîna helbestên Hayko yên Japonî di her pênc beşên dawîyê de helbestên xwe dugvêşe:

-4-
 tu nêzîk dibî!
bi sibehê re dengê pepûk û qiralkaqn li sere gir
li vir di came de dibhîzim.
-5-
Tu nêzîk dibî!
ha tu li virî her gav…
ma êdî tu ji min bernadî…!

R(67)
 Her A.Mûsa qirika me jî zuha dike div ê bizava xwe de, ev bizava ku ji encama wan salên dûrûdûrêj ji bêdengiya wî bûn. Lê her her dimîne helbestên wî(Çengên te ez bi fire xistim), destpêkeke ji helbestvanekî kevnar re, ku diyar be helbestvanekî xwedî ezmûneke berfirehe û xwedî zimanekî helbestî resene.

– (Çengên te ez bi fire xistim) Abdulkadir Mûsa –helbest- çapa yekem 2007… ji weşanên dezgeha Semakurd ya çand û hunerê..   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…