Helbestin hilbijartî


Helbestvan: Mihemed El Maxût
  Wergêr ji Erebî: Xalis Msewer

Gopalê te yê tu xwe dide ser
Ziftê di êşîne
Anha (se`et) sisê ji vê sedsalyê
Tişt nemaye ku kelaxê  miriyan
Ji pîlavên rîwiyan
Cuda bike

   *       *         *
Ey zîlana deryê minî xirabe,
Hemû xizm û hezkerê min mirin
Liber deryê gunda mirin
Û tilyên wan mina sitiryan
Liber bê raxistîne
Lê şevekê ezê bêm
wê xwîna yasemîn û nêrgizan
di bêvila min de
bifûre
*       *      *
Bi vîxanên bibilan û awazên çûkan ve
Tu bi qedrê xwedêke, bavê min:
Dev ji min û danheva ardû û ilûman
Berde
Û were perçê min ji klolanan
Bide hev
Berya ku bahoz min bin ax bike
Yan rêşker min ji hev belavbikin
Ev pênûs wê min li mirina min rastbîne
Tu zindan nemane ku ez lê negerandime
Û ne resîfek maye ku toza wê di min nedaye
*      *     *
Emin yên liber deryê zevyên xwe birçîne..
Liber zarokên xwe şaşomaşin…
Liber alên xwe ser tewandîne…
Liber balyozxanên xwe kombûyîne…
Emin……yên ku ji bilî di balefiran de, bêkêşin
Em pirça sicada mirovanyêne, di vê herêmê de, liber lingên çûn û hatinê de, raxistîne…
ji derya ta bi kindavê, emê libal van Erean çibikin ?.
(Se`et) dane me, û dem birin
Pîlav dane me, û rê birin
Berleman dane me û azadî birin
Baran û hingulîsk dane me, û hezkirin birin
Hêlan dane me, û cejin birin
Şîrê ziwa dane me, û zarotî birin
Semada kîmyawî dane me, û bihar birin
Mizkeft û kenîse dane me, û bawerî  birin
Pêwan û kilît dane me, û ewle birin
Şoreşgêr dane me, û şoreş birin
*      *      *
Dema riwê te  di pêlekê de rûnê
Û bi kunehên xwe itiraf neke
Ku tu bi biterqe li dinê
Wê li jora postirekê, ji şevbihêrka te re bibe tîfal
Ku bi navê şewitandinan
Tu li Gulê mîna berdevkekî fermî guhdarbike
Ku tu tasa xwe, ji paytext Meqamat û qurbanan
Vexwe
Tu hewildanê bike
Û bibe tîbek û bilive
Bi lingên didokê sê çarka
Dîrokê gunehkar bike
Ewe yê ku dengan di zengilan de xiradike
[[ Birastî ewê ku cihê mixabinyate ye…nîşanên tirafîkêne. Li wira di ebedînê de. Xwe ji ber barê xwe nedealî.]].

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…