RÛPELÊN DÎROKÊ


  Xizan Şîlan

li ber bayê bagarê
rûpelên dîrokê
dadiweşînim
ji gemarê
dîroka kevnare
dîsa dibû dubare
pêşeroja mirovahî ye
tarî ye
ronahî ye

ne diyar e!
çendî zeman e
bi salan e
dîsa îşkence û talan e
dem, dema gurên
devbixwîn û hovan e
qêrîn û hawara bav û kalan e
dilê min jî dilekî bi kovan e
li ber dîmenê foto û kameran
zencîr xistin destê cameran

ey dîrok dîrok!
ji bîrbûne destan û çîrok
sergovendên li dîlan û dîlok
dîrokê ez dîsa xapandim
bi min kenî
kolan û xendekên
bi xwîn û genî
Welat bi Welat geriyam
di ser sînor û qiteyan re
dageriyam
min got;
ka rastî û durustî
hevaltî û dostî
azadî û serbestî
aştî û rûmetî
û evîndarê dilketî?
bi awayekî xemgîn û matmayî
ez dîsa li xwe vegeriyam

li ber bayê seqemê
dê ez ê danîşim
li ser kursiyê meqemê
rûpelên rûreş biçirpînim
bi destên xwe biçirînim
li ber ba kim weke ka ye
li ber awaza
kilameke serhawa ye

li ber bayê bahozê
rûpelên dîrokê
dadiweşînim ji tozê
ez ê çi bibînim hevalo!
li ber devê cinawiran
laşê berxa kozê
û mirovahiya li ber aforozê
ji rûpelên rûreş
mêrkujî
xwînmijî
qirêjî dirijî
dipijiqî serçavên
axa şaristaniya Cîhanê
bi destê mirovên hov û bejî
hawaaar hawaaar

ez jî
di nav kûrahiya ramanên bi êş
li nav bêtalîha feleka qehpik
di navbera mirin û jiyanê de
bi dilekî sûvêhatî
westiyayî
bi stûxwarî
li vî warî
li wî diyarî
bi çavên kelegirî
diçûm û dihatim
bi gavên sist û pist
mîna dînan xwe bi xwe
dikir piste pist
û seri li dîwar dixist

Bijîşkan gotin
nexweşiya te
nexweşiyeke psykozê 
li ser kezeba min ya reş
devê kul û birînê vedibû
mîna nexweşiya sîrozê
bi navê Bavê Nazê
didim sozê
ez ê
wan nexweşî û qirêjiyan
biçinim û bidim hêrandin
bi saya Aş û Patozê
nêrgîz û kulîlkan bireşînim
deşt û baniyan bixemilînim
bi kulîlk û şînahiyê
li ber dengê wîzewîza
mêş û mozê

          
               Xizan Şîlan
               2004-05-25
               Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…