Konê Reş Bi vê helkeftinê, pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera sînemê raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa (Bavê
Fehed) ji bîr bike .
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja 13/11/1960 î de, ango ji berî 46 salan ve, li çayxaneyeke Amûdê rûniştî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî( ya ku tekane sîneme bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîşî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok derxistin…hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye, tiştek pê nehatiye… wî li wan vegerand û got: Tev zarokên min in.…û bê hedan, zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar kirin… ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhişta rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê tev şehîdên Kurdistanê bibare .







Şîrove (0)