-Em dixwazin dengê xwe bighînim berpirsyarên vê rêjîmê, em mecbûr dimînin ku bi zimanê E`rebî binivîsînin
-Ez rojnemevanim, û mirovê rojnemevan divê li ser her babetekê binivîsîne.
Ez şagirtê dibistana Celaedet û Osman Sebrî me.-
Her nivîskarekî asta wî bilind be, ez jê re dixwînim.-
-Rewşenbîr ew e ku xwe di her warî de pêşdixe, û bi rastiyê dinvîsîne.
-Ev bû 4 salên min ez bûme endamê sendekeya Kurdistana Îraqê.
-Her hejmareke ji kovara ASO derdikeve wekî mendalekî min î nuh çêdibe
-Pirtûka min Gulistana Zimên, gelekî deng daye, û gelek xort ji wê xwendin û bûne nivîskar wekî Xalid Mihemed, Konê Reş, Dildarê Mîdî.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiy e, û rastgoyê pêşiye-
û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiy e, û rastgoyê pêşiye-
û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
-Nemaze dizê dîrokî, Dilawer Zengî û pey re Konê Reş ku vana di qada wêjevaniyê de rolleke xerab lîstin.
Siyamend Birahîm nivîskar û rojnemavanê kurd ê bi nav û deng ,Mirovekî can sivik rû ken serbixwe.Çi çaxa ku ti mamoste Siyamend bi bîne wa ew di nav rûpelan de windabûye!.
Xwendin û nivîsandin li ba wî ji hemî tiştan şêrîn tire.Ta ku ew helbestekî yan jî gotarekî binvîsîne, ew di ber sed kul û derdan re derbas dibe?. Belngaziya jiyana wî kesek têde nikare bijî, tenê zanê ku ew kiya.Lê mamoste Siyamend ew sînor şikandine, bi hizkirna wî ji çand û huner û rojnemageriya kurdî re.Bi tenha xwe birêvebiriya kovarekî dike ,ew jî kovara (Aso) ye.Çiqasî ew astengiyan di dirxistina vê kovarê de dibîn e,û çiqasî ew belngaz dibe dima ku ew wê kovarê belav dike,û li gunda ,û li bajaran digerîne.Karekî mezin dike, lê mixabin bê sipasî.Gelek caran jî hin hene mafê kovara wî nadinê,tevlî ku mafê wê pir hindik e.Ew kes nizanin ku karê mamoste Siyamend ew bixwe afrandineke pir mezin û hêjaye?. Ew nizanin ku mamoste Siyamend bi vê afrandinê xwe hiştiye li ser sînorên çanda kurdî?. Ew nizanin ku ew zarokê xwe bi pêncî werqê Sûrî yên mafê vê kovarê xwedî dik e?.Mixabin ev e rewşa mamoste Siyamend Birahîm!. De ka werin em lê bi bin mihvan.
Ser çavan kekê delal.
Mamoste xweziya te kurte jiyana xwe bi me da ba nasîn?.
Riçên malabata me bi xwe dighê eşîra Dumilane, ev êl li herêma çiyayê Mazîdaxe, Ji ber sedemin olî kalkê min pêşî li Dirbêsiyê cînîş bû, paşê bavê min mala xwe bir Şamê, ango hemû xwendina xwe ta zanîngeha beşê zimanê Inglîzî min li Şamê kuta kir, lê her sal ez dihatim herêma Cezîrê digeriyam, min çîrokên foliklorî didan hev, û omîda min a bingehîn civandina bêjeyên kurdî ji windabûnê, û beriya ev kal û pîrên me koçbar bikin, û ev durr û cewahirên zimanê me bi wan re bimrin.
Û piştî koçbarkirina xanima min ya pêşî min hevjîna Wenda Şêxo anî û bi temamî hatim bajarê Qamişlo cînîş bûm.
Mixabin ji ber ku desthilatên rêjîmên fermandariya vî welatî nahêlin em bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsînin, ji ber vê yekê zimanê me yê nivîsandinê E`rebiye, belê em hinekî bi zimanê kurdî dinivîsînin û cardin vedigerin zimanê E`rebî, ji ber ku xwendevanên zimanê kurdî kêmin, a din jî em dixwazin dengê xwe bighînim berpirsyarên vê rêjîmê em mecbûr dimînin ku bi zimanê E`rebî binivîsînin. Û cardin ez dûbare dikim li ser rewşa me ya xerab ku em ji her tiştî bêpar krine, ewanazimanê me, kovarên me, û hemî çalakiyên me qedexe dikin.
Ez rojnemevanim, û mirovê rojnemevan dive li ser her babetekê binivîsîne ango Rojnemevan dikeve bustanekê û ji her darekê tiştekî xweş pêşkêş dike.
Eger mebesta te ji aliyê jiyanê ve, ez dikarim bêjim ez hîn şagirtê jiyana mirovatiyê me, û taybetî ez şagirtê jiyan û dibistana komela me ya kurdî ku ev bû bêtirî sed salî em bindestin, lê eger tu dixwazî bi wateya ziman bigrî, Ez şagirtê dibistana Celaedet û Osman Sebrî me.
Xwendina min têvele, ango xwendina me ji spore (werzeş), nûçeyên hunerî û polîtîkî, wêje û her nivîskarekî asta wî bilind be ez jê re dixwînim.
Ez li koçika Osman Sebrî rabûme, min hezkirina welatê xwe, gelê xwe û zimanê xwe yê kurdî li wir fêr bûme, min rastiya tiştan li dibistana wî naskir, Apo razeke kurdî bû, min weke wî kes weke wî nedît ku ji zimanê kurdî hez dikir, Em 5 katjimêr rûdiniştin ez kiz ne dibûm a””””””””ciz ne dibûm.
Tu daaskirinke taybet ji rewşenbîr re tune ye, lê Rewşenbîr ew e ku xwe di her warî de pêşdixe, û bi rastiyê dinvîsîne.
Gelo raste ku ti endamê rojnemevanên kurdistenê ye?.
Belê ev şerefeke mezine ku ev bû 4 salên min ez bûme endamê sendekeya Kurdistana Îraqê.
Ez dikarim bêjim ku ne tenê ez li Kurdistanê tenê geriyame, lê ez li Qiralgeha Ûrdinê li hem gundên Kurdan geriyame, û li Lubanan, û Hemû Sûryê ji Merzê heya Latqiyê, Colan û Hewran gund bi gund geriyame, û li kurdistana Îraqê ji Zaxo û heat Helbça geriyame û tenê Kurdistana Îranê maye ku ez herim heval û xaka welatê xwe ramîsim, û li ser pirsa te gelo ev ji bo lêkolînê ye? Na na. ev hezkirineka min ji dîtina welatana reye.
Bi rastî her hejmarek ji kovara ASO derdikeve wekî mendalekî min î nuh çêdibe, ez bi kovara ASO hatime nas kirin, min hemû jiyana xwe daye vê kovarê, min ASO li seranserî rojhilata navîn belavkiriye, û ji bo ASO ez sê mehan li zindana Şamê min ceza xwariye.
Berhemên min yên çapkirî kêmin, ji berku min hemû giraniya hiş, û jiyana xwe ji bo kovara ASO valakiriye, para kovarê ez ji gelek tiştan dûr xistime, lê pirtûka min Gulistana Zimên, gelekî deng daye, û gelek xort ji wê xwendin bûne nivîskar wekî Xalid Mihemed, Konê Reş, Dildarê Mîdî û bi sedan ji bijîşk û endezyaran. Min çar leheng ji kurdî wergerandiya E`rebî, lê cardin ez jê ne razîme, û axaftinek bi Şivan perwer re min kiriye pirtûkeke biçûk, û ên ku ezê çap bikim, gerhenga nivîsarên kurd, û şoreşa şêx Se””””””””îd di ragihandina cîhanê de,
Tê naskirin ku palyoza helbesta kurdî xanim Orkêş Birahîm xanima teya,çiqasî hun bi hevra arîkarin?.
Xanima min Orkêş di warê helbestdê de xwedan dahênaneke bilinde, û ew yek ji wan pîrekên li ser asta kurdistanê pêşiye, lê mixabin ew di binakama navê min te””””””””de lê hatiye, ji ber ku ez xweşik kompûter nadimê, lê ew lêvegera minî a bingehîn ku ez heyberê xwe bê wê dernaxim, ew jineke gelekî jîr û jêhatiye.
Siyamend Birahîm bi kîre rûniştiya,ji rewşenbîran û siyasetmedaran û hunermendan?.
Ez bi piraniya rewşenbêrên kurdan ji pêşengên pêşî rûniştime )Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cegerxwîn Rewşen Bedir Xan Tîrêj, Bê buhar, kemal Burkayê, Hem Reş Reşo, Şêrgo Bêkes, Refîq Sabir, Feleke dîn Kakeyî, Ebas el Bedrî, Mustefa Salih Kerîm, Firyad Rawindozî, û pirraniya nivîskarê kurdistana Turkiye, û gelek ji wan nayê bîra min bera li min bibûrin…
Ne di salên notî de, belê di salên heştê de ez weşanvanê yekem bûm di Sûryê de, min Dilawer Zengî, Elî Cefer û Mihemed Hemû riya çapî vekir, û şanaziyeke mezin ku ew pirtûkên ku min çapkirine bi selametî gihiştin destên xwedanên we, belê di wî çaxê nexweş de ew gava pêşî bû ji bo belavkirina pirtûka kurdî ye, lê niha nîrê ku em têde dijîn gelekî dijware?.
Ez katjimêr 7 an de ji xew şiyar dibim, ez nanê mala xwe tînim , taştiya xwe dixwim, û dest bi xwendina Kurdî û E`rebî dikim, ango ez nêzêk 5 se`tana dixwînim, heval û hogerên xwe dibînim, li pirogramên kenalên asîmanê temaşedikim û cardin ez bi şevê dixwînim û dinivîsînim.
Jiyan, jiyana xweşe bi dîmoqratî û rastî dûrî xap û pîlan.
Mirov, mirov+hov, ango gelek ji mirovan bi rengê hovan derdikevin û dixwazin te bixwin!.
Pênûs: hevalê minî her time di xweşiyê de û di nexwesşiyê de ye , lê mixabin kempûter hat û jiyana wî qurmiçand.
Xemgînî: ew durveke ji durvên jiyana me kurda ye.
Şehîd: em serê xwe jê re ditewînin,
Çihê van kesan di jiyana Siyamend birahîm de çine?.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiye, û rastgoyê pêşiye
Û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
Osman Sebrî, dibistana min î ku têde min tîpên Eabeya kurdî fêr bûme, û destpêka naskirina xelkê ji min re bû.
Mihmed Şêxo, biliblê ku perçeyeke ji canê minî ku her roj ez lê guhdarî dikim.
Cegerxwîn, Çîmena dahênan û kaniya berzbûna helbesta kurdî û ê ku helbesta kurdî paqij kir û pêşxist, nemaze di her çar dîwanên wî yên pêşî.
Ji ber ku Sînem xanim rastiya wan dizan nizanîbû, ew dizên ku ketin nav bax û bustanên Bedir Xaniyan û tiştên wan ji xwe re kirin milik, nemaze dizê dîrokî, Dilawer Zengî û pey re Konê Reş ku vana di qada wêjevaniyê de rolleke xerab lîstin û xwe kirin bavên toreya kurdî. Mihrecanên kurdî ji xwe re û ji hevalê xwe re peher dikirin, ew wekî guvekeke genî dijîn.
Supas ji te re.