Dimuqrati * Tiştekî balkêşe ku li cem me ev mesele ciyawaz be, ji ber ilem tengasî li pêşberî doza kurdî derdikevin, û biryar û ferman û bizavên nû di derheqeê kurd de derdikevin, tê bê ev mesele li cem me ji derveyî çarçewa pêşveçûna xwe a xwezayî û pozîtîv derdikevin, û ev tişt dibe bê behane di heyînê de.. tevî ku tevgera kurdî li Sûrya pêşeng bû û berî tevda, a ku doza çareserkirina dozên niştimanî dikir û di nav de doza kurdî bi şêweyên aştiyane û dîmoqratî, û pêşketin û rûdawên ku çêbûn teqezkirin li ser rastiya vê rêbazê, û tevgera kurdî karîbû li ser vê rêbazê dûm bike tevî giraniya siyaseta zordestiyê û ne wekheviyê di derheqê wî de, û tevger ber bizavên hineka de neçû ên ku duxwestin berê wê ber bi tundiyê ve vekin, tevgerê karîbû parastina civaka kurdî di Sûryayê de bike ji tundiyê a ku di atmosfîra zordestî û mehrûmiyê ji mafan derdikeve.
Îro di demekê de ku doza kurdî piştî tecrubeyek dirêj li perçeyên din bi gufûgoyê û li hevhatinê çareser bibe,û ji ber ku em li Sûrya em xwe dibînin pêşeng di vî şêweyî de, ji ber wê, ji tevgera kurdî a siyasî di Sûrya de tê xwestin ku îro ro bêtir xwe bi wê siyaseta mijadî(mewdûî) bigrin, û dûrî tundîyê û kar bi siyasetên şaş nevêtin di bin çi behanê de be, û dûr bikevin ji siloganên pêwendî(atifî) ên ku dibe hinek bi kar bînin ji bona tiştên xerab, mîna bangkirin bi yekîtiya tevgerê, a ku çênabe bêyî ku siyaseteke rast ava bibe ku di xizmeta miletê kurd û doza wî a dadwerî keve, û nabe a ku li vajî vê yekê rast be.
* Hejmar 8 Dawiya Gulanaê 2009

Şîrove (0)