Mirov û ziman

Beşîr Mele
mizgin56@gmail.com

Ziman di danasîna tevaya zimanzanan de li ser yek xalê li hevhatinek heya , ku ziman mîna endamekî herî bigehîne ko tevaya regezên pêwîst di pêşketin, avakirin û parastina civaka mirovan de hildigire.ziman nayê nasandin bi şêweyekî bi tenha dûrî têkildaryên mirov,ev yek di çespîne ku ziman wek celb jî li gor ziman û şêwezarê kurdî ku endamek ji leşê mirove .çawa ku wek mirov bi ziman li gel endamên dîtir wî tekmîl dikin û ji jîndarên dîtir wî cûda dike .weke danasîna navdêr ku insan nîşan dike “mirov lawirekî bêjere”ev nîşana giringiya ziman û vedîtina bê hempaye di seranserî dîroka mirovatyê de, di gewdekirina hebûna mirov de ji alyê felsefa zimên de, ku bi ziman bûye mirov .
Her weha bi vê ve girêdayî ziman rola sereke di nasnama netewe û miletan de dilîze,ji bo nasîna miletekî ne gengaze dûrî zimanê wî encamên zanistî bi destxîne,û ji bo şîrovekirina jiyana miletkî  dîsa lêkolîn gerekdarî zimanê wî dibe.
rewşa zimanê kurdî ji sdemên tunebûna azdaya sîyasî û civakî di vê serdemê de ,astengên cedî û bi tehlûke bi xwere tîne holê,bi tevayî  rêvebiryên serdestyê li kurdan dikin, netenê kurdan ji mafê  qanûnî û siyasî  mehrûm dikin, heta bi yê xwezayî jî wek: ziman bi her cûre û rêbazên dervî mirovatyê zimanê kurdî qedex û nizim dikin.Ji hêleke dîtir kurd bi xwe, xwe asîmilesîon dikin û bi xem sarî nêzîkî pirsa zimanê xwe dibin,û hinek jî tenê ziman weke amûreykî dibînin ,giringî û felsefa zimên di parastina kesayetyê de ne hatiye demukrete kirin tenê di asteke pir bi çûk de di nav hin rewşenbîr û entellektuelan  de ku qîrên wan nagihên her qadan,ev yek tenê ziman ji tehlûkeyên winda bûnê rizgar nake. Bi tevayî pirsa ziman bi xîreta çanda bîrî netewî ve girêdayî ye ,demukretbûna nirxên ziman û hezkirina wî zortirîn şoreşe ji bo mejyê gelî kurd ji bil hin deveran ev yek ji bo kurdên bakur û metrepolan xalek girîng û bingehîne ,hêjayî lêkolîn û lêpirsînên zanistîne.
Bi boneya sal vegera cejna zimanê kurdî û deranîna kovara Hewarê weke îroj bû ,ku KNK kongera netewa kurdistan di sala 2006-5-15 ,ev roja bi watedar weke cejnas zimanê kurdî nirxand.Hêvî eve ku ev roj ne tenê bi şêweyekî pîrozbahî bi sînor bibe û tenê di asta entellektuelan de bi mîne , bi rêça çapemenî ,televizyon û her derfet bêtin tirxan kirin ji bo ev roj wegere rojek bi bandor û cîhê xwe di hizr û ramanê gelê kurd de bigire,û xwedî li cewherêa xweyî bedew derkeve û wê bi parêze. Bi taybet jinên kurd dikarin rolek mezin di vê derbarê de bilîzin û cîlekî bi zimanê kurdî resn şîrbidin….

              15/5/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…