SÛRIYA KERNEVALA ZORDARAN

Fewaz EBDÊ

 

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne                       

            Çi rengê wê be

            Bi çi şêweyî be;

                        çi ji hesinê neteweyî

                        û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

            Em çivîkên aştiyane

            Em çivîkên ku fêrî stranbêjiyê bûne

Em kar dikin herûher bistirên da

            dengê me bi ser vedenga zincîran keve.

Ez dibînim çawa siya zordaran

            weke maskên kernavaleke kevn tên guhertin.

Yek rokê bi sembolî hildide

 û zeviyan dişewitîne da ku perestgeha xwe ava bike.

Yekî din kirasekî ji ewran li xwe dike

            û me di mîrgeha rewrewka qenciyê de dixeniqîne

 Yek jî li ser rizgarkirina me diaxive

            lê dîwar li dor me bilindtir dibin û

                        goristan di bin nigên me de ferehtir dibin.

Di perestgeha wî de

            axaftin tenê bi zimanê qamçî ye û

            bindestkirin qurbaniya tirsê ye!

Ma gelo ev e jiyan?

An jî şanoyeke qeşmerî ye

             û em ji bo rola xwe tê de bilîzin hatine afirandin?

Qada Sêrkê ye û tê de

            heman tevgerên pehlewanî têne dubarekirin

            Bi heman ben, bi heman qamçî û

                        heman çepikên pûçî vala.

Dixwazim biqîrim

            lê dengê min dibe ax û xwelî.

Dixwazim bifirim

            lê ba rê dide ber me!.

Û her ku ez hewl didim birevim

            dibînim ku

                        li heman dîwarî,

                        li heman zindanê vegeriyame.

Jiyan! Jiyanê!

            Gelo tu tinazokeke xirab î?

            Yan jî tu afirandineke bi şaşî hatiyî û

                        hiştiye em li şûna evîn û hezkirinê

                                    baweriyê bi hêz û zorê bînin!?

Ez dixwazim xewneke cuda bibînim:

            Bajarekî zelal

                        Bajarek henasên mirov tê de ronahî bin

                        Bajarek kes tê de netirse ku rojekê ronahî bibe qeyd û bend.

Bajarek asîmanê wî ne al be û

            zemîn jî ne qada şer be.

Bajarekî

            em lê ji dayik bibin

                        da em bijîn

                        ne bêne ajotin şer û cenga sakûlan.

Lê ez şiyar dibim û

            xwe di heman lîstikê de dibînim

                        di heman şanogeriyê de.

Û Serokê nû

            bi dengekî cuda        

            heman gotinên kevn dicû

lê vedeng…

                        herûher ew vedeng e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…