«xayinê herî gunehkar xayinê mirovatyê ye»

Beşîr Mele

cîgehê hin rewşenbîrên ereban di pişavtina hizr û bîrêd ku ji bo azadya civakê, û siyasetê ne kêmî sîstem û rejîmên desthilatdarin di vê derbarê de,di pir hêlan de ji yê wan bi tundtir û bandortir e.weke çandina ramanê nijadperestyê di mejyê civkê de,ev civaka ji xwarin û vexwrnê bêtir gerekdarî û hewceyî dermandarekîy e ji bo vekirina girêk û arîşeyên ku lê bûne bela ,vebin û ji wan rizgar bibe.tevlihevya di atmosefera civkê de û kombûna arîşe û girêkên ku li hevgeryane û bi hev vedane ,dînî, siyasî ,cinsî….li gel desthilatdarên pişafker û bê karî  ,cehalet û birçîbûn…
qaşo rewşenbîr ji dêvla ku li çareseryan bikole û vedîtinên ciwan ji civaka xwere û ji mirovtyêre ronî û eşkerabike,ji tevlihevya dîrokê bi mûmên reş mejyê civka xweyî reben perdedike.
Mebesta min ji vê pêşgotinê ji bo helkevtina serdana helbestvan û nivîskarê mezin Edonîs ji kurdisranê re ,çendî pênxweşhatin û helwestin şofenî û zikreşî ji hêla hin nivîskarên erb ve di ragihandin û rojnemeyan de belav bûn ,ev serdan veguherî weke ku Qantir za!?filan û bêvan heger pir dilêşên neteweperestin bila li dîroka xweyî ji nêz ve binerin bê kêpêşwazya dagîrkerên ingiltere û firancan kirin, kê kilîta bajarê slehedîn Qudis da destê leşkerê ingilîstanê ,ji bo piroj û rêvekirina dagirkerya nûh li rojhilata navîn kê alîkarî da bila li ser vî asasî li xwe vegerin û û her tiştî bi pîvanên xweyî çewt ne pîvin heta roja îro eşker û li ber çavaye bê kî li paş perdê piroje û pîlanan bê rayistentdina gelê xwe bi wan kesê ku ew dikin hicet û buhane ji bo nizimkirina kurdan.di bin navê parastina nirxên netewî de şabaş û alîkarya herî bi gewde ev didin desthilatdarya kor ya ku tenê lêkolîn û xemên wê ,wê çilo danişta xwe bi paytextan ve bi fûlaz girêbide û çawa bi sazvanên mîna evan dilêşê qewmiçyan, milet bi tepîne ber bi xewa mirinê ve.ma ev ne dawî lêanîna sincê çandeweryê ye ku bi navê rewşenbîryê du gelan du netewan li hev sorbikin û wan li dij hev derxin, ev xiyaneta herî mezin ku bêbextyî bi mirovatyê re bête kirin.
Mexabin ku ên mîna Edonîs di civaka Erb ,Ttirk û firs li wan bihata guhdarkirin û rê li ber berazîtê qewmiçya bihata girtin,ji sedî sed wê rewişa herêma rojhilata navîn û qedera wê ,wê li asteke dîtir ba.ji bo ku ev rewiş û istatûya ku bûye wek tûrê … û qîrê ketiye hustê civaka kole û belengaz bê gûman ortax û şrîkê vî gunehî bi şêweyekî ji şêweyan nijadperest û îdyolocya wê ye,û tilya dewletên gewre yên xwedan berjewndî di livandina wan de heye ,ji ber herdû cêwiyên yek mal zarokê bûn.zirnevanên qewmîçyan gurê sipehîbûna cobarên vejîna mejyan ,li herderê di destên wan de amûreyên kurmî li meqamên pûç û dêrayî dixin ên mîna xwe demlê buhurî û ketî û bê hêvî li xwe û zordestan li ser mezelê kujerê bedewan dicivînin.bi van kiryar û helwestên xwe dikin şop û kedên ciwan û bi nirx mîna Edonîsî nimûne reşbikin,belam wê ên mîna wî bibin malê dîroka mirovatyê û ên mîna wan ku bi fikrên tarî harbûne wê li herdû dinyan bi hetikin û bê par ji rûmetan bimînin.
  

10-5-2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...