BIRANÎNA YEKEM LI PIŞT MIRINA ( ŞÊX BAQÎ )

GÊLO ÎSA

Bi hêsane di şefaqa roja 5 î gulana 2008 an de dema te sekinî hevalê nemir Şêx Baqî,me ji wa kurdperwerîya di kesayetîya te da, ji xwera hêz digirt,  bi vîyanek xort me ti naskirî, ti û her weha kesayetîyên mîna te bûn find û çira rêça me ronî kirin, ti amadebûyî ji bo doza xwe tim bidî, sînor ji dayîna tera tinebûn hevalê nemir, eme çawa te ji bîr bikin em yên bi tera jîyan dibûn her gav di tekoşînê de,ti hêvî û sembola heval û hogirê xwe bûyî, hêstên hevaletîya bilind di kesayetiya te da ji bîr nabe, rîbaz û hêvîyên te çandin wê bimîne di kûranîya dilê mede wek latekî li ser sîngê me, li ser wê avakin vîyana jîyanê, gewd a te me wîndakir lê rêbaz û rêzika te a serbixwe ronahî dide hinava me.
Di çaxek dûrde ji berî 84 ar salan bavê Şêx Baqî, Şêx Mehmûdê Qerekoyî ji herêma Serhetan ji gondê Kotalî berê xwe da başûr, di dema şoreşa Şêx Sehî de ji ber ku têkilîyên Şêx Seîd û Şîx Mehmûdê Qerekoyî hebûn, ew sirgûn bû li pêşt têkçûna şoreşê, koçber bû di welatê xwe de ji bin xetê hat serxetê li herêma dirbêsîyê li gondê tillêlûn biçibû, di sala 1936 an Şêx Baqî ji dayîk bû, di 1956 an de gava birayê Şêx Baqî , Şêx mihemed Îsa û hevalên xwe Partîya demoqrata kurdî damezirandin Şêx Baqî tevî rêxistina partiyê bû, ji gondê girkundê dest bi xebata rêzanê û rêxistinî kir û şanik û komik li dirbasîyê û amûdê de birêxistin, û bi lez li seranserî sûrîyê partî avabû, di damezirandina partiyê de, karguzarekî jîr û jêhatî bû, bê didilî xebata netewa kurdî dişopand, rolek wî girîng di biryarên bingehî de hebû, di 1958 an de Şêx Baqî derbasî kurdistana bakur bû, bi biryara komîta navendî  ya Partîyê, ji bo têkilîyan ligel rewşenbîr û kesayetîyên welatparêz yên bi hêzin di civata kurdî de, li kurdistana bakur, ta tekoşîna netewî li wêr dest pêbibe, Şêx Baqî têkilî bi gelek kesan re kir jê Yûsif Ezîz Oxlo, Edîb Torhan, Bîn başî Şewket, Fayîq Bocaq û her weha bi pir kesan re, li pişt wa têkilîyan di 1965 an de ( P.D.K )î  li kurdistana bakur hat damezirand, di destpêka sala şêsttî de endamekî serketîbû di nava hevalan xwe de, di parçebûna partîyê di 1965 an de dûrî xebata rêxistinî ket, û li pî çepê kurd sekinî, gava kongira nîştimanî di 1970 î de li kurdistana başûr avabû Şêx Baqî çarek din derbasî nava rêxistinê bû, di kongira 1972 î de bû endamê komîta navendî, li pişt demeke nêzik derbasî nivsgiha sîyasî bû di konfirasa 1975 an de bu serokê giştî yê partî demoqratî kurd î sûrî (P.D.K.S )ta 1997 an di kongira pêncan de derket dervayî rêxistinê û ma li dû kêşeya kurdî û partîya û hevalê û rêbaza xwe, ta dawîya jîyana xwe, oxirbe welatparêzê gewre, yê bê sînor dida, oxirbe wê dibistana te bimîne di lilê nifşê nûde.    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...