Pêt û evîna çivîkan

 

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Evîna çivîkan

Baskên gotinan, baş di dilê min de zîl dane. Piştî deh caran ji xewndina  namê mejiyê min li bin guhê hev diket.
Çavneriyê hêviya xwe li ser pişta hestan ava dikir. Ez û tu bi tenê ne, her yek li hundirê valahiya xwe a mezin, piyala meya evîndaran vedixwe. 
Çivîk bi ser demê de zîvirî û got: Min ji azadiyê hez kir, min ji çavên reş hez kir û min ji kenê yezdanî hez kir, belê çibikim gava te ez basko kirim “azadî, ken û çav” hejmareke  mezin  ji pirsên matmayî li dora min civandin.

Ez çivîk im, hêlîna min hêkeke ciwan hembêz dike. Lê dilê min her û her hêlînan ava dike. Ez çivîk im, evîna min di rekehê de hilnayê. Cîhan, rekeh, derya û dêwên mezin tu caran bi evîna min nikarin.

Evîna min di tariyê de çêja çavên reş digihê û di roniyî de nameya dilê spî dixwîne.
Evîna min, bîranînên te wek mijmijokan di rastiyê de dimije.  Dawiyê çivîk ji xweber mikurbûna dil eşkere dikin. Her du dil şerma xwe li ber lingê qederê davêjin. Çivîkên evîndar tev li rekeha bê ol xwe bi ser asîmanên  baweriyê de berdan û çilka jînê gihandin peravên aşitiyê.
Hingê bûkê ji xatûniya xwe re du aso bi hev girêdan, bi maçkirin, nimêjkirin laleşkirin û dawiyê bê rev, bê tirs û bê pirs kes û kûs li çavan bicivin,  nikarin evîna wan bikujin.
02/05/1997

Pêt

Ji bîr neke,
sosinên silava te a sibehîn,
di bihnkirina min de bûne jiyan.

Ji bîr neke,
dilê min bûye heng*
li kewara xewnên te digere.

Ji bîr neke,
çirîskên dengê min
her kêlîk,
perdeya guhê te ronî dikin.
Ez pêjina şevê me,
li ber serê te
nimêja evînê dikim.
Razê, razê
hêminiya xewa te na hingivînim.
Ji bîr neke,
pêta dil li koçka te
dikare temenekî roniyê bide.

01/05/2009

__________________

Heng: Mêşa hingiv.

Hin helbestên nû hatine belavkirin:
http://www.youtube.com/watch?v=PEoFM5vGusE

 

http://semakurd.net/kurdsema/index.php?news=918

 

Gotar:
Kurd 1, bi kurdî her tişt xweş e!
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=514

 

Ji nivîsên ko hîn ne hatine belavkirin
Pencereyên Xelat Ehmed..! (Gotareke rexneyî)

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…