Xelatkirina Rewşenbîra Bi koma!!??

Luqman silêman

Luqman_sileman@live.se

Piştî sed salî ji roja rojnamegeriya kurdî rewşenbîr li bajarê Qamişlo bi koma tê ne xelatkirin.
 gelo ma ev xelat bo yan mewlûd bo ji ber ku mewlûd bi vî rengî têne çêkirin ne xelat.
Di baweriya min de heger ku Mîr Miqdad li jiyanê ba wîjî ev rengê xelatê qebûl nedikir û wê bi gota ev henek pêkirine ev ne xelat kirine.
Çawe tê bîs rewşenbîrî yan sî rewşenbîrî bixê odekî de û tê herkê xelaketî bidê destê wa û yê ku nehatî jî wê xelata wî jêre herê malê û yê ku hatî ji bîrkirin wê nû xelatek jêre werê çêkirin û herê mala wî ev çiye..!?
Em carne di tilfizyonê de dibînin malbatek yan dezgihek dawetekî ji pêncî şêst xort û keçîre çêdikin ji bo navê xwe lê wele bîst sî rewşenbîr bi hevre werin xelatkirin ev ne me dîtiye û nejî me bi hîstiye.
Çimkî karê bi vî rengî  xelkê etekêt jêre danîne û her kes li gurî wan etekêta van karê wesa dikin û yê ku ji derveyê wan etekêta karê wesa dikin yan ew kenê xwe bi xwe dikin û yan bi yê ku tê xelatkirin dikin.
Di baweriya min de partiya Yekîtî (Elwehdê) dema ku bîst yan sî rewşenbîra li hev dicivînê û bi hevre wa xelatdikê şaşiyek mezine ji ber sê tişta.
Ya pêşî partiya Yekîtî xwedî raberduyek giringe cefa bûye di van kara de û xwedî rolek girine û bandorek wê heye di celda kurdî de û xwedî kedek ber bi çave çawe xwe dadixê vê astê û qedir û rêza xwe nagirê ez bawerim ev ji wê bi xwere nebaşe beriya ku ji rewşwenîra re ne başbê.
Ya didoya qedir û rîza rewşenbîra jî namînê û qedirê wê xelatê bi xwejî kêm dibê  ma ew çi xelata ku bi koma werê dan.
Ya sisêya ma raste ku rewşenbîr hemî di yek astê de ne ez bawerim ew bi xwejî di zanin ku rewşenbîr hemî ne di yek astê de ne û heger ku wan rewşenbîra bi zaniya wê bi wî rengî werin xelatkirin wê gelek ji wa ne diçûn û wê bi gotan me ev xelat navê.
Salên bihurî partiya Yekîtî rewşenbîr didane hev û ew dibirin seyranê û seyranek li çolê ji wanre çêdikir ew reng başbû û rewşenbîr di nav wan gul û giya de li hev komdibûn û  hin rewşenbîrê ku ne li hevbûn li wê çolê û bi amadebûna beşekî ber bi çav ji rewşenbîrê kurd ji hemî bajara li hevjî dihatin bi mihane wê seyranê  ez bawerim tevajî sipasiya Yekîtî ji dil û can dikir lê îsal Yekîtî xerakir.

tevlî ku rêzgirtina min ji partiya Yekîtî û rewşenbîra re heye lê ev şaşîk mezin bû wê kir û rewşenbîra qebûlkir di baweriya min de ev pir nebaşe dema ku em dibînin hevalê me di kevê şaşiyekê û em çavê xwe jê digrin yan em pesnê wî li ser wê şaşiya wî didin xwezî ma bikarîba xwe fêrî nerxandinê bikira û me hevdû bi nerxanda bê ku em ji hev adiz bibin wê çiqas başba ji paşeroja me re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…