22-ê Nîsanê Cejna Rojnamevaniya Kurdî ye

   Li 22-ê Nîsana sala 1898an, xebatkarê Kurd ê gewre, lawê mîrê Cizîra Botan, rewşenbîr û zanyarê nemir”Miqdad Midhet Bedirxan”, di dîroka gelê me ya nûjen de, yekemîn car, rojnameyek bi zimanê Kurdî, tîpên Erebî û bi navê KURDISTAN li paytexta Misrê(Qahîrê) weşandiye.

   Xwedî û berpirsiyarê rojnamê, armancên xwe bi zelalî di hejmara pêşîn de destnîşan kirine, daye zanîn ku zimanê Kurdî, ji zimanê gelên dever û yên cîhanê ne qelstir û ne kêmtir e, rojname, kovar û pirtûkên cûr bi cûr dikarin pê bêne nivîsandin, çapkirin û weşandin. Herweha, wî aşkere kiriye ku ewê di warê zanîn, aborî û huneran de şîretan li Kurda bike, dibistan û zanîngehên qenc li kû derê hebin, ewê cihê wan şanî Kurdan bike da ew zarokên xwe rêkin wan dibistanan, zanîn û huneran jê wergirin.
   Lê, sed mixabin ku Sultan Ebdilhemîd ê xwînrêj digel şêwirdarên wî yên bê ol û bêbext mîna “Abu Alhuda”, zor dane xwediyê rojnamê, da ew weşana wê ji ser xaka dewleta Alî Osman rawestîne. Piştî rawestana kurtedemekê, rojnamê cihê weşana xwe ji Qahîrê guhestiye Ewropayê û jiyana xwe berdewam kiriye. Lêbelê, diltengî û zikreşiya Sultanê Îslamê Ebdilhemîd, sînorên dewleta wî derbas kiriye, hewldaye ku destên xwe yên gemar dirêjî qirika rojnameya Kurdistanê bike, da wê bifetisîne, dengê wê bibire û Kurd bi tenê li vê cîhanê  bê rojname, kovar û pirtûk bijîn û bêdeng bimînin..!!.Lê, her û her, rojnama me ya pîroz li ber xwe daye, xwe ji ber tîrên mirinê daye alî û xwe parastiye, tîrêjên zanînê li Kurdistanê belav kiriye.
   Bê gomane ku fermana Sultan Ebdilhemîd sebaretî qedexekirina derçûna rojnameya Kurdistan ya berî 111 salan, fermaneke çewt û nemirovane bû. Lê, ji wê demê ta niha, cîhana me ya nûjen gelek bûyerên dilêş û guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de dîtine. Du cengên cîhanî yên malwêran rû dane, bi dehê milyonan mirovên bê sûc û bê guneh bi agirê wan hatine şewitandin!!. Herweha, derdora 70 salî, şer û nakokî di navbera rista dewletên sosyalist û dewletên sermiyandar de berdewam kiriye, li her çar kenarên gerdûnê mafên mirovan talan û binpê bûne. Piştî herdu cengên giran, û ji bo mafên mirovan li seranserî cîhanê bêne parastin, Rêxistina Netewên Yekbûyî(UN) hatiye damezrandin, mafê hemî gelan bi şêweyekî fermî parastiye. Herweha, di warê pîşesazî, têkildarî û ragihandinê de jî, cîhanê gavine fireh û balkêş avêtine, pirensîp û nirxên nû hatine afirandin. Ango, mirov dikare bibêje, sembol û navnîşana vê sedsalê rêzgirtin û parastina mafên gelan û mirvan e.
   Vêca, di siha evqas guhertin û bûyerên dîrokî de, çêdibe ev destelatên ku îro gelê Kurd di bin destê wan de ye têkiliyê bi pirs û zimanê Kurdî re mîna têkiliya Sultan Ebdilhemîd bikin û ew belge û biryarên rêxistina Netwên Yekbûyî binpê bikin û qedexekirina zimanê Kurdî bidomînin?!!. Ma li gora kîjan zagonê ev rîjêm xwe di çewisandina zimanê Kurdî de mafdar dibînin?!!.
   Li welatê me Sûriyê jî, hîna siyaseta qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e, rijîma Sûriyê, li rastiya hebûna derdora 3 milyon Kurd ku lê dijîn mukur nayê, bi tundî şerê ziman, folklor û wêjeya Kurdî dike, zimanzan û çalakvanên zimanê Kurdî ceza dike û hewil dide ku vî zimanî ji holê rake. Ew ji bîr dike ku zimanê Kurdî li dirêjiya sedsalan, rehên xwe di hiş û dilê gel de kûr berdane, tu hêz nikare wî ji hiş û dilê gel derîne.
    Bi vê boneya pîroz, em hemî rojnamevan, xwendevan, nivîskar, helbestvan, romanivîs û rewşenbîrên Kurd pîroz dikin, hêviya me ewe ku her ew li ser riya hîmdarê rojnameya Kurdî Mîr Miqdad Midhet û Mîr Celadet Bedirxan bi xwîna dilên xwe qelaştine berdewam bin, li zimanê Kurdî yê şêrîn xwedî derkevin û berevaniyê di ber hebûn û pêşvebirina wî de bikin.
Gurzek gul ji giyanê Miqdad Bedirxan û hemî  Bedirxaniyan re!.
Gurzek gul ji hemî xebatkar, çalakvan û nivîskarên zimanê Kurdî re!.
     15.04.2009Z-2621K
Komîta Rêvebir a

Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…