Li 22-ê Nîsana sala 1898an, xebatkarê Kurd ê gewre, lawê mîrê Cizîra Botan, rewşenbîr û zanyarê nemir”Miqdad Midhet Bedirxan”, di dîroka gelê me ya nûjen de, yekemîn car, rojnameyek bi zimanê Kurdî, tîpên Erebî û bi navê KURDISTAN li paytexta Misrê(Qahîrê) weşandiye.
Bê gomane ku fermana Sultan Ebdilhemîd sebaretî qedexekirina derçûna rojnameya Kurdistan ya berî 111 salan, fermaneke çewt û nemirovane bû. Lê, ji wê demê ta niha, cîhana me ya nûjen gelek bûyerên dilêş û guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de dîtine. Du cengên cîhanî yên malwêran rû dane, bi dehê milyonan mirovên bê sûc û bê guneh bi agirê wan hatine şewitandin!!. Herweha, derdora 70 salî, şer û nakokî di navbera rista dewletên sosyalist û dewletên sermiyandar de berdewam kiriye, li her çar kenarên gerdûnê mafên mirovan talan û binpê bûne. Piştî herdu cengên giran, û ji bo mafên mirovan li seranserî cîhanê bêne parastin, Rêxistina Netewên Yekbûyî(UN) hatiye damezrandin, mafê hemî gelan bi şêweyekî fermî parastiye. Herweha, di warê pîşesazî, têkildarî û ragihandinê de jî, cîhanê gavine fireh û balkêş avêtine, pirensîp û nirxên nû hatine afirandin. Ango, mirov dikare bibêje, sembol û navnîşana vê sedsalê rêzgirtin û parastina mafên gelan û mirvan e.
Vêca, di siha evqas guhertin û bûyerên dîrokî de, çêdibe ev destelatên ku îro gelê Kurd di bin destê wan de ye têkiliyê bi pirs û zimanê Kurdî re mîna têkiliya Sultan Ebdilhemîd bikin û ew belge û biryarên rêxistina Netwên Yekbûyî binpê bikin û qedexekirina zimanê Kurdî bidomînin?!!. Ma li gora kîjan zagonê ev rîjêm xwe di çewisandina zimanê Kurdî de mafdar dibînin?!!.
Li welatê me Sûriyê jî, hîna siyaseta qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e, rijîma Sûriyê, li rastiya hebûna derdora 3 milyon Kurd ku lê dijîn mukur nayê, bi tundî şerê ziman, folklor û wêjeya Kurdî dike, zimanzan û çalakvanên zimanê Kurdî ceza dike û hewil dide ku vî zimanî ji holê rake. Ew ji bîr dike ku zimanê Kurdî li dirêjiya sedsalan, rehên xwe di hiş û dilê gel de kûr berdane, tu hêz nikare wî ji hiş û dilê gel derîne.
Bi vê boneya pîroz, em hemî rojnamevan, xwendevan, nivîskar, helbestvan, romanivîs û rewşenbîrên Kurd pîroz dikin, hêviya me ewe ku her ew li ser riya hîmdarê rojnameya Kurdî Mîr Miqdad Midhet û Mîr Celadet Bedirxan bi xwîna dilên xwe qelaştine berdewam bin, li zimanê Kurdî yê şêrîn xwedî derkevin û berevaniyê di ber hebûn û pêşvebirina wî de bikin.
Gurzek gul ji giyanê Miqdad Bedirxan û hemî Bedirxaniyan re!.
Gurzek gul ji hemî xebatkar, çalakvan û nivîskarên zimanê Kurdî re!.
15.04.2009Z-2621K
Komîta Rêvebir a

Şîrove (0)