Giyanê xemgîn


kamran simo Hedilî

zarokî
ciwanî û jiyan
bi awirên hîcratê nalîn
ne rijiya çavên tariya bêrûmet
û ne hat
bazê roniya çarenûsa min
çiravemirêna şadiyê  

nûrojan hê hembêz dike
cihê min
welatê xemgîniyê ye
çirûskên hestên xwe kuştinê 
di derya hatinê de dijenin
bayê hêviyê di koçbariya jînê de digirî
xemgînî siwarê derûniya min e 
min xemgînî dikirî û xemgînî difirot
îro hîçeke biqasî çiyan
li paş min me
kulîlkên bejna min
bêhna xemgîniyê
didine gulîstana gerê
mîna dilê xemgîn
navê wan jî
gulên xemgîniyê ne
xemgînî
fermandarê giyanê min e
bibime dar jî
xemgînî
dê birijê ser pelên min 
xwe bidim ber kîjan zinarî jî
barana xemgîniyê
dê birijê ser min
dev ji xwe berdim û birevim jî
xemgînî
dê li peyî min bimeşe
helbestên xweş aheng silbûn e
guhdarî
stranên lehengî jî nakim
dîlan ji bîr çû
ne xweşmizgîniyên demî
ne jî kenê sexte dixwazim
daxwaz
ji her kesî û ji her tiştî
xeyîdiye
ne kîna neyaran û ne silava dostan ma ye
çend caran
bû mêvana xeyalê şadî
bi bêdilovanî 
rahişte şadiya min û avête erdê
xemgîniyê kemîn berneda 
kenê şikestî jî
vedixwar
xemgînî çûkê ji hêlînê ketî ye
hevrazê bêdawî ye
cûdabûn
negihiştin
tenêtiya şevên biyaniyê ye
dilê şîngirtî ye
zimanê bêpeyv
du xîzkên lêvên bêdeng
aşîta çiyayê berfê ye
pelweşêna payîzê ye
çavên nizanin binêrin
rengvedana êşa nû ye
kolan
cih
û warê min xemgînî ye
ez xemgînî me
ev navnîşana min
li nav rûçikên xemgîniyê 
li min bigere
pirsa min
ji xemgîniyê bike bes e

30.03.2009
Rheinfelden

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...