Pirtûka «Koçername» derket

  Pirtûka nivîskarê Kurd Evdile Koçer ya bi navê “KOÇERNAME” ji nav Weşanên Do derket.
Nivîskar, di Koçernameyê de pirsgirêkên civakî û siyasî bi şêwazeke mîzahî vedibêje û bala xwendevanan dibe ser gelek meselokên kelevajîk. Di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî behsa gelek klîşe û tabûyên civaka kurd dike.

Evdile Koçer, di vê pirtûka xwe ya nû de bi kurdiyeke herîkbar, bi mijarên balkêş û bi hevokên sade ve li benda xwendevanên nû ye!
Parçeyek Ji Pirtûkê:
Li şûna pêşgotin û paşgotinê: KOÇERNAME
Bi kurt û kurmancî: ya min koçernameyek e…
Li ber peravê gotinên pepûk û brîndar ên ku êş û elemên xwe ji hev re vedibêjin kon vedidim û xwe davêjim ber bext û torê wan.
Gotinên fêris ên ku rengê qehremanên bênav vedihûnin, carna rehma xwe bi min tînin; wekî mêvanê Xwedê min li ser text û dîwanên xwe didin runiştandin; carna jî li ber devê deriyê xwe heta banga şeveqê disekinînin û awirên min ên bendewariyê ji xwe re dixin sinc…
Erê min got, a min koçernameyek e…
Gotin, wekî xalxalokên biharê li hewa dikevin û li ber ewrên fikrekê dibin hevok… Hevok hêdî hêdî pêlî nigê hev dikin û heta ku kaba wan biqerime dikevin ‘govend’ê… Xwêhdana ku ji wan hevokan diçe, dilop bi dilop dikeve ser kaxiza nameyê…
Belê min got, a min koçernameyek e…
Nameyên min carna dibin çîrokên mirinê û ber bi jiyaneke nenas ve dibezin, carna dilopên trajediya civaka me di tevna xwe de dixin ken û tiqetiq û dibin mêvanên dildar û fêhmdaran, carna jî hin gotinên pizot datînin ser dawa xwe û ber bi tax û kolaneke tarî ve dimeşin…
Dema ku xwêhdana hevokan dikeve ser nameyê, rihê min dilê min diperpite; ji ber ku name temam dibe û hêdî hêdî ji peravên min vediqete û pêl bi pêl digihîje ber peravên we…
Ez xulam min got, a min koçernameyek e…
Nameyên min, li ber peravê we dikevin destê hev û ji bo xatirê çavên we bi şev û roj ‘govend’ê digirin. Hin ji van nameyan, carna di dilê we de ji xwe re zozanên honik ava dikin, carna jî bi paş ve vedigerin û ji bo ku layiqî awirên çavên we bibin xwe ji nû ve diwedilînin.
Ez gorî min got, koçernameyek e…
Nameyên ku digihîjin ber ‘perav’ên we, heke bi dilê we be heke çirûskek dabe şev û rojên we hûn jî bi bi tilîliyan ve bi qewîtiyên nas û dostan ve bi xêr û silamet dişînin ber ‘perav’ên din. Ew jî ber bi ‘perav’ên dîtir ve dişînin…
Ez benî min got, a min koçernameyek e…
Evdile Koçer
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin. Nivîs û çîrokên wî li gelek cihan bûn şano û kurteleyîstik. Li Swêdê li Ûnîversîteya Uppsalayê heyamekê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Pirtûkên wî ev in: Govendistan (Weşanên Pêrî-2002), Mirin (Weşanên Aram-2006), Koçername (Weşanên Do-2009)
Têkilî bi Weşanxaneya Do re: Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5, Taksim / İstanbul
Tel: (0212) 243 01 56, Fax: (0212) 252 70 48, Mail: doyayinlari@hotmail.com

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…