Zimanê kurdî

kurê cezîre
ibneljezire@maktoob.com

Ne veşartiye ji kesekî ve ku her milet xwe nasdikin bi zimanekî, çiqas ziman pêkhatîbe wê bihtir bi karê xwe rabe,ango bihtir hest û ramana derîne bi awayekî şêrîn û zelal ..!
Dema mirov serpêhatiyên gela temaşakê, mirov wenda nabê, belkî mirov ji rê jî dernakevê…şimkû ji berê ve bav û kalan gotiye:(( heger tu nezanî binêre li cîranî)).

-Ingilîz..
Zimanê ku Şikisbîr pê nivîsî û zimanê axaftinê û nivîsandinê niha; ne weke hivin..! ji lewra di bêjin:
Zimanê kevin û zimanê nû..lê herdû têne xwendin..! da ku navbirî nekeve nav dîroka kevin û ya nû de..dîroka Ingilîz ji hev newê birîn..!
-Emrîka( u.s.a):
Em hemû dizanin ku miletekî ji hovehatî bû, ji Ingilîz,espaniya,pirtugal,efrîqiya,asiya….ji hemû Welatê dinyayê…!!  Gelo –niha- bi çi zimanî di axêvin?  Ne tenê bi zimanê Ingilîzî?  Belkî hinek guhertin lê kiribin, ji bo bikêrî dem û hovehatina wan werê..!
Hind û Pakistan:
Ziman; Ingilîz wergirtin , hêjî pê di axêvin.. belê hewl didin ku zimanekî neteweyî ji xwere ava bikin
..wisa li Efîqiya û li hindek welatên din jî li dinyayê…
Gelo çima tenê li Kurdistanê, divê zaravê Soranî zimanê resmî bê ?!
Carekî min pirtûkek biçûk xwend bi navê (  nerînek li ser zimanê kurdî ) ji nivîsandina Mamoste:
Selah Saadillah..ne libîra mine –gelekî- naverok.  Lê xweş tê bîra min ku nivîerekî sorî gothbû:
Zaravê kurdî ne gereke hebê himber zaravê- belkî zimanê sorî-.
Ji higî ve li bîra mine ku mejiyê van nivîser û siysetvan ê soran, mejiyekî zordeste..! heta maf û mentiq jî li ba wan buha nîne dema navê zaravê kurdmancî tê holê..!!
Ji van biraderan re di bêjim:
Serê xwe veweşînin..hişê xwe şiyar bikin..ne bivî rengî welat ava dibin..!
Ne bivî rengî(şêweyî) milet ser dikevin..!
Dem ne her demî ji mirov re amadeye..weke kurd dibêjin: dema bayê te hat hildêre..
Birano: bayê kurda guşe guşe..xurte ..mijûl nebin bi tiştin şaş ku dem li me hemiyan bibûrê..!
Weke her miletê dinyayê destê xwe hemî bidin hev ..bigrin..binêrin..ka çawa karin zimanekî stander ji miletê xwere pêkbînin..û pê axaftin û nivîsandina xwe bi kin..! zimanekî şêrîn..zelal..sivik..bi mûzîkayek xweş li ser guhan..
Weke nivîserk Rûsa – carekî – got: kurdistan weke welatekî nû pevtê..kurd weke miletekî nû serxwe ve tê..mîna erdekî nûye..çi biçînî çêdibê..çi têde bikî nuwe..karê her tiştî nû avakê têde..!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…