Pîrozbahîya Newrozê

sûad cegerxwîn

Avdara rengîn bi xoşewistî me hembêz dike ..Bêhna gula bi ser mede difûrîne ,xweza bi rengîn dike ,zemînê bi geya dixemilîne, gulên sor û zer vedjinîne ,dilê keç û xorta geş dike .Newroze ,cejne ,buhare dema nûjeniya sirûşta welatê me ye ,dema barkirina demên dijware ,dema hatina rojên nûne ,dema vejandina dila ye .Elend dêmên xwe sor dike ,lêvên xwe erxewan dike .Pîroz be ji xweza re ,ji gelê me re ,ji hemî  jina re ji hemî gulên buharê re ,ji ciwanên Kurda re ,ji pîr û kala re ,pîrozbe  cejna 21ê avdarê.
Bela îro kolanên welatê me bi xort û zerîyan tije bibe ,bela deşt û çiyayên me bidîlanê  geş bibe  ,bela firok û firindên asîmanê me ji awazên rûbara serxweş bibin û ew   şevên reşî tarî ji me dûr bibin ,bela armanc û hêvîyên me ji nûve derbibin  û   Kawa yê hesinker dîsa serê xwe rake ,nîşana azadî yê bilind bike û dergehê aştî yê li me veke .Idî bese ,bela gelê me bi rojên xwe şa bibe ,  cejna 21ê avdarê,newroza gelê Kurd li Kurda teva pîroz be ,her sal û her dem bi xweşî bê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…