Zimanê firiştan (Pexşan)


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Gava diya min li kenê çavên me guhdarî kir, li min zîvirî û got: Bêbexto! Ez tenê dayê me!
– Dayê! Bi zimanê firiştan, himêza herî germ, ew bi xwe jî dayê ye.

Hertiştî, berê min bi te ve dikir.
Sibehê,
Bayê rojava, bihina te bi xwe re anîbû.
Sinbilên hevdîtinê dixwestin ji bistiya xwe derkevin.
Çelengiya Can di navbera xewn û rasteqîneke dîrokî de diliviya.
Pêjina te tê, û pêjina min jî aramiya te bê aram dike.

Ne mêvanekî derengmayî me.
Rêka xwînsar gunehê me hiltîne!
Hertişt, min ber bi sîwana evîna te de dehif dide.
Çavên min, bê hejmar stûnên li ber rê dixwin.
Û tu jî bi kêlîkan re di cengê de yî.
Heryek ji me, berî yê din dixwaze bi hevdîtinê şad bibe.
Rê, ne ew mişkê bezok e,
ko me bi tikandinekê têke Toreya Pîrepindiyê,
me bi hevûdu bigihîne an jî yekser li cîhanê belav bike.
Rê, dijmineke serserî ye,
dijî kurtkirina demê ye, û dijî lezê ye!
Dizanim, civatek ji hestên gerim li hêviya kenê min e.
Berê min li kaniya şîravê ye,
Pelê bendewariyê bi guftûgoya di mejî de ta girtiye.
Dixwazim ko cîhan tev de zanibe,
bi tayên ronahiya stêrên te dilivim.
Bila bêjin lîstok e û ne xem e ko bibêjin zarok e.
Bi rê de me û di pêçeka helbestekê de cihê xwe xweş dikim.
Eger tu berê min bidî kû çiya, asman an goristan be jî,
çengên viyanê bêtir li ba dibin.
Bi dawîkirina vê bendewariyê,
Di werzê hevdîtinê de
pirsan di pêxîla pirsan de diçîne.
Darên şahiyê siya xwe ji çivîkên derdan re radixin.
Bi dawîkirina bendewariyê nêzîk dibe, pê û pêlav nema zemînê digirin.
Kela can dibe perîk û awirên bi coş çar hawîr difirin.
Bi nazikî, nêzîkî bejna delalî dibim.

Kulîlkên navkutka dil di baxçeyê evînê de dîn û har dibin.

jêder: avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…